Florian Hassler: Dostaniya me Berdewam û Herheyî ye
Florian Hassler Wezîrê Dewletê yê Almanyayê ji bo Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: "Dostaniya me Berdewam û Herheyî ye"

Hewlêr - Kurdistan: Îşev 19.10.2025 Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) Xelata Rêzgirtinê Pêşkêşî Florian Hassler Wezîrê Dewletê yê Almanyayê Kir. Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di merasîmekê de, spasname û xelata rêzgirtinê pêşkêşî Florian Hassler, Wezîrê Dewletê yê Almanyayê û şanda pê re kir. Ev xelat ji bo wan alîkariyên mirovî yên ku rêxistin û dezgehên mirovî yên Almanyayê pêşkêşî Herêma Kurdistanê û penaberên wê kirine bû.
Di merasîmê de, Mûsa Ehmed bal kişand ser dostaniya gel û hikûmeta Almanyayê û diyar kir ku wan di demek pir dijwar de alîkariya Kurdistanê kirine û hatine hawara wan.
Herwiha got: "Em ji dil spasiya vê alîkarî û hemahengiya ku zêdetirî 10 salan e berdewam e dikin. Di demên teng de, mirov li bendê ye ku birayên wî alîkariya wî bikin, Almanya jî wek bira destê alîkariyê dirêjî me kir."
Li aliyê xwe, Florian Hassler, Wezîrê Dewletê yê Almanyayê li Herêma Baden-Württemberg, li ser dostanî û têkiliyên berdewam û xurt ên di navbera Almanya û Herêma Kurdistanê de di warê mirovî de rawestiya û diyar kir ku ew ji van têkiliyên xurt pir kêfxweş in.
Herwiha spasiya Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir ji bo pêşkêşkirina spasname û rêzgirtina taybet û got: "Dostaniya me berdewam û herheyî ye."