Serdana Mesrûr Barzanî ya li Amerikayê ne rast e

Aug 11, 2025 - 09:07
Serdana Mesrûr Barzanî ya li Amerikayê ne rast e

Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Serdana Mesrûr Barzanî ya li Amerikayê ne rast e

Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) daye zanîn ku Serokwezîr Mesrûr Barzani dê serdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bike.

Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got ku hin medyayên bêberpirsiyar çend roj in, nûçeyên serdana Serokwezîr ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hevdîtinên bi rayedarên payebilind ên vî welatî re kirine, ev nûçe ne rast e û ti bingehek wê tune ye.

Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daye zanîn ew hêvî dikin ku medya xwe bispêre çavkaniyên fermî û ne armanc bike ku raya giştî şaş bike.