Kurd Nebin Dewlet, Wê Qir Bibin!

Şêrîn pêşniyar dike ku ji bo Kurd bikaribin xwe li hemberî van şer û êrîşan biparêzin, pêwîst e saziyên neteweyî dûrî berjewendiyên partiyan bên avakirin. Ew dibêje ku sîwaneke neteweyî ji partiyên dilsoz, zana û rewşenbîrên her çar parçeyên Kurdistanê were damezirandin

Sep 12, 2025 - 21:02
Kurd Nebin Dewlet, Wê Qir Bibin!
Nexşeya Kurdistanê

Nivîskarê Kurd Qado Şêrîn di gotara xwe ya bîrdozî de hişyariyek cidî dide gelê Kurd, û dibêje ku eger Kurd di 20-30 salên pêş de nebin xwedî dewlet, wê bi tevahî winda bibin û rastî hilweşandinên mezintir werin. Ew diyar dike ku tenê rêya xilasiyê ji bo Kurdan, dewletbûn e.

Şêrîn tekez dike ku di serdema globalîzmê, ChatGPT, û teknolojiya pêşketî de, ciwanên Kurd êdî wek berê bala xwe nadin pirsa neteweyî. Ew herwiha şerê PKK û DAIŞê wek egereke sereke ya qelsbûna Kurdan destnîşan dike. Li gorî wî, şerê DAIŞê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bû sedema kuştin, penaberî û koçkirina bi hezaran malbatên Kurd. Şerê PKKê jî bû sedema valabûna bi sedan gundên Kurdan li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê, û bi sed hezaran Kurd koçber bûn, dev ji gund û bajarên xwe berdan.

Li Rojavayê Kurdistanê, ji ber şer û desthelatiya PKKê, kuştin, girtin, revandina zarokan û leşkeriya bi zorê, bi sed hezaran Kurd koçberî Ewropa, Tirkiye û Libnanê bûne. Li Başûrê Kurdistanê jî, tevî ku ji sala 2003an ve federalî heye, du îdareyî (Hewlêr û Silêmanî) hene, hikûmet û parlemento gelek caran hatine rawestandin, û partî ji hikûmeta herêmê bihêztir in. Ev rewş dibe sedema koçberbûna Kurdan ji Herêma Azad jî.

Şêrîn rewşa Başûrê Kurdistanê şirove dike û dibêje ku sedema nebûna dewletê ew e ku saziyên neteweyî û niştimanî nehatine avakirin, û hişmendiya dewletbûnê tune ye. Sazî û dezgehên heyî yên partiyan in û bi ruhê partîtî, ji bo berjewendiyên partîtî kar dikin. Ew mînakên wek du îdare, Pêşmerge, rawestandina parlementoyê, û têkiliyên cuda yên Hewlêr û Silêmaniyê bi Tirkiye û Bexdayê re dide.

Di dawiya gotara xwe de, Şêrîn sê mînakan (DAIŞ, PKK û qeyrana Sûriyê) dide da ku nerîna xwe piştrast bike, û diyar dike ku van bûyeran ziyaneke mezin gihandiye gelê Kurd, bi sed hezaran Kurd hatine kuştin, penaber bûne, û gund û herêmên wan vala bûne. Wî da zanîn ku Efrîn û Serê Kanyê hatine dagirkirin û ji Kurdan vala bûne.

Şêrîn pêşniyar dike ku ji bo Kurd bikaribin xwe li hemberî van şer û êrîşan biparêzin, pêwîst e saziyên neteweyî dûrî berjewendiyên partiyan bên avakirin. Ew dibêje ku sîwaneke neteweyî ji partiyên dilsoz, zana û rewşenbîrên her çar parçeyên Kurdistanê were damezirandin, mîna parlementoyekê ku nûnertiya gelê Kurd li her deverê bike. Ew herwiha bang li ragihandina Kurdî dike ku guh bide pirsa neteweyî û ji bin sîwana partiyan derkeve.

Şêrîn bawer dike ku tenê Rêzdar Mesûd Barzanî dikare vê gava pêwîst bavêje. Ew bi gotina "Kurd nebin dewlet, wê bijîn bê keramet" gotara xwe bi dawî dike.

Çavkanî: Malpera Welatê Me