NY Biryara Damezrandina Dewleta Filîstinê Da, Lê Belê Bi Merc...
Pirsgirêka avakirina dewletekê ji bo Filistînê zêdetirî nîv sedsalê ye berdewam e. Piştî şerê di navbera çekdarên Hamasê û Îsraîlê û dorpêçên li ser Xezeyê, ev pirs bi hêztir careke din ketiye rojeva cîhanê.
Di civîna îro ya Neteweyên Yekbûyî de, bi piraniya dengan biryara damezrandina du dewletan ji bo Filistîn û Îsraîlê hat dayîn, lê bi şertê ku Hamas dev ji çekên xwe berde. 10 welatan li dijî biryarê deng dan û 12 welatan jî mafê bêdengiyê di rûniştinê de bikar anîn.
Pirsgirêka avakirina dewletekê ji bo Filistînê zêdetirî nîv sedsalê ye berdewam e. Piştî şerê di navbera çekdarên Hamasê û Îsraîlê û dorpêçên li ser Xezeyê, ev pirs bi hêztir careke din ketiye rojeva cîhanê.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin ew 10 welatên ku di rûniştinê de li dijî avakirina dewleta Filistînê deng dan, ev bûn: Amerîka, Îsraîl, Arjantîn, Macarîstan, Paraguay, Nauru, Mîkronezya, Palau, Papua Gîneya Nû, Tonga.
Ew 12 welatên ku mafê bêdengiyê hilbijartin jî ev bûn: Çekya, Kamerûn, Komara Demokratîk a Kongoyê, Ekvador, Etiyopya, Albanya, Fîjî, Guatemala, Samoa, Makedonyaya Bakur, Moldova, Sûdana Başûr.