Konferansa Veberhênan li Kurdistanê Li Îmaratan Dest Pê Dike
Bi hatina sermayedar û veberhênanên welatên biyanî bo Herêma Kurdistanê, aboriya herêmê wê zêdetir geş bibe û Kurdistan wê bêtir li ber cîhanê vebe. Herwiha, wê bi sedan derfetên kar ji bo welatiyan peyda bike, ji ber ku şert e ku di her projeyekê de %75 ji hêza kar xwecîhî be.
Îmarat – Şandeke Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê gihîşt Îmaratan û bi beşdariya hejmareke zêde ya şîrketên Îmaratî, konferanseke taybet bi veberhênanê li Herêma Kurdistanê dest pê kir. Ev pêngav di çarçoveya hewldanên Herêma Kurdistanê de ye ji bo geşkirina kert û sektora veberhênanê û kişandina sermayeyên biyanî.
Sektora veberhênanê li Herêma Kurdistanê geş dibe û pêşketinên berçav tomar dike. Şîrketên mezin ên cîhanî û welatên herêmê jî ji bo veberhênanê di projeyên xwe de berê xwe didin Kurdistanê. Di vê çarçoveyê de, îro Çarşemê konferanseke taybet bi veberhênana li Kurdistanê li Îmaratan tê lidarxistin.
Bergeşt Akreyî, berdevkê Desteya Veberhênanê, ji ajansa AVA re ragihand ku di konferansê de zêdetirî 21 şîrketên Îmaratî ji sektorên çandinî, pîşesazî, enerjiya nûjenbar û çend sektorên din beşdar dibin. Wî diyar kir ku konferans bi piştgiriya Fona Diravî ya Navneteweyî (IMF) tê lidarxistin û semînarên taybet ên li ser veberhênanê li Herêma Kurdistanê wê bên sazkirin.
Li gorî Bergeşt Akreyî, şanda Herêma Kurdistanê di bin serokatiya Dr. Mihemed Şukrî, Serokê Desteya Veberhênanê de ye û ew ê çend civînên taybet bi şîrketên Îmaratî re li dar bixin.
Armanca Desteya Veberhênanê ew e ku veberhêner û sermayeyên welatê Îmarat bi derfetên veberhênanê yên li Herêma Kurdistanê zêdetir werin naskirin, da ku projeyên xwe bînin Kurdistanê û sermayeyên xwe li vir bixebitînin.
Bi hatina sermayedar û veberhênanên welatên biyanî bo Herêma Kurdistanê, aboriya herêmê wê zêdetir geş bibe û Kurdistan wê bêtir li ber cîhanê vebe. Herwiha, wê bi sedan derfetên kar ji bo welatiyan peyda bike, ji ber ku şert e ku di her projeyekê de %75 ji hêza kar xwecîhî be.