Kurdistan Navendek Ji Bo Veberhênanê
Şandeke Bilind a Îmaratan Ji Bo Geşkirina Peywendiyên Aborî û Veberhênanê Serdana Kurdistanê Dike
Hewlêr – Kurdistan – Biryar e îro Çarşemê, 10'ê Îlona 2025'an, şandeke bilind a Dewleta Îmaratan, bi serokatiya Seîd Mubarek El-Hacrî, Wezîrê Dewletê û Nûnerê taybet ê Wezîrê Derve ji bo karûbarên Herêma Kurdistanê, serdaneke fermî bo Hewlêrê bike. Armanca sereke ya serdanê bihêzkirin û berfirehkirina peywendiyên bazirganî û aborî yên di navbera her du aliyan de ye.
Tê payîn ku şanda Îmaratî, li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, ji aliyê Sefîn Dizeyî, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, û Umêd Xoşnaw Parêzgarê Hewlêrê ve bi germî bê pêşwazîkirin.
Peywendiyên Xurt û Berfireh:
Sefîn Dizeyî di daxuyaniyekê de ji AVA medya re ragihand ku Wezîrê Dewletê yê Îmaratan wê du rojan li Herêma Kurdistanê bimîne. Wî tekezî li ser peywendiyên dostane, nêzîk û xurt yên di navbera Herêma Kurdistanê û Dewleta Îmaratan de kir, ku ev peywendî di warên siyasî, dîplomatîk, aborî û bazirganiya hevbeş de xwe nîşan didin. Dizeyî herwiha destnîşan kir ku bazirganên Herêma Kurdistanê, bi rêya Îmaratan, bi welatên Asyayê re bazirganiyê dikin, ku ev yek girîngiya stratejîk a pêwendiyan zêdetir dike.
Li Ser Bingehê Lihevtêgihîştinên Berê:
Ev serdan li ser bingeha bîranîna lihevtêgihîştinê tê lidarxistin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêka îsal de di forûmeke li welatê Îmaratan de îmze kiribû. Ev bîranîn, warên cuda yên ji bo pêşxistina aborî û peywendiyên her du aliyan di nav xwe de digirt. Ji ber vê yekê, Wezîr El-Hacrî wek nûnerê taybet ê Îmaratan hatiye destnîşankirin da ku di vî warî de bi Herêma Kurdistanê re bixebite û serdana wî jî ji bo vê armancê ye.
Civînên Bilind û Derfetên Veberhênanê:
Di çarçoveya serdanê de, biryar e Wezîrê Dewletê yê Îmaratan bi Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û wezîrên hikûmetê re bicive. Di van civînan de, wê li ser wan waran gotûbêj bikin ku derfetên veberhênanê yên berfireh hene û piştî gotûbêjan wê plan û projeyên hevbeş werin gotûbêj kirin.
Kurdistan Navendek Ji Bo Veberhênanê:
Hêjayî gotinê ye ku ev çend rojeke şandeke hevbeş a Jûra (Odeya) Bazirganî ya Amerîkî û şirketên cihêreng ên Amerîkayê jî serdana Herêma Kurdistanê kiribû. Şanda Amerîkî, ku serokatiya wê di destê rêzdar Steve Lutes, Rêveberê Karûbarên Rojhilata Navîn li Jûra Bazirganî ya Amerîkayê de bû, li ser girîngiya pêşxistin û berfirehkirina peywendiyên aborî û bazirganî di hemû warên cuda de, bi taybetî di warên enerjî, karên bankî, teknolojî û Jîriya Çêkirî (AI) de danûstandinên berfireh kirin. Ev yek nîşan dide ku Herêma Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibe navendek ji bo veberhênan û hevkariya navneteweyî.