Kongreya Kurd-Cihûyan li dijî dijminatiya li hember Kurdan peyamek zelal dide
Civaka Kurdî ya Almanya (Kurdische Gemeinde Deutschland e.V.) di peyamekê de dide zanîn ku Antîsemîtîzm û Kurdofobî (dijminatiya li hember Kurdan) gihîştiye asteke nayê tehmûlkirin.
Berlîn, Almanya – Bi Kongreya Kurd-Cihû ya yekemîn a cîhanê ku îro li Berlînê tê lidarxistin, Civaka Kurdî ya Almanya û Înîsiyatîfa Nirxan – Helwestên Alman-Cihû, li dijî dijminatiya li ser bingeha komê peyameke zelal didin.
Civaka Kurdî ya Almanya (Kurdische Gemeinde Deutschland e.V.) di peyamekê de dide zanîn ku Antîsemîtîzm û Kurdofobî (dijminatiya li hember Kurdan) gihîştiye asteke nayê tehmûlkirin. Em dixwazin bi hev re li dijî vê yekê bisekinin û di heman demê de bang li dewlet û civakê bikin ku êdî tundrewî, nîjadperestî û cudakariyê tehmûl nekin.