Guhertina Polîtîkaya Tirkiyeyê: Bandora CAATSA û Daxwazên Amerîkayê

Ali Karduxos: Guhertina Polîtîkaya Tirkiyeyê û Bandora CAATSA û Daxwazên Amerîkayê

Sep 27, 2025 - 08:46
Sep 27, 2025 - 08:50
Guhertina Polîtîkaya Tirkiyeyê: Bandora CAATSA û Daxwazên Amerîkayê
Ali Karduxos

Atîna - Yunanîstan: 26ê Îlona 2025 an – Li gorî peyameke ku ji aliyê Ali Karduxos ve li Atînayê hatiye belavkirin, polîtîkaya Tirkiyeyê ya di derbarê kirîna sîstemên parastina asîmanî yên S-400 de ji Rûsyayê, û herwiha helwesta wê ya li hemberî komên herêmî, rastî guhertineke mezin hatiye.

Ev rewş piştî ku Amerîkayê di sala 2019 an de ji ber kirîna S-400 an ambargoyên CAATSA li ser Tirkiyeyê sepand, dest pê kir. CAATSA ambargoyeke Amerîkî ye ku ji ber kirîna sîstemên S-400 ji Rûsyayê di sala 2019an de li ser Tirkiyeyê hate ferzkirin.

Wê demê, Tirkiyeyê xwestiye ku bi piştgiriya leşkerî, siyasî û dîplomatîk ji bo HAMAS û Îranê, vê ambargoyê derbas bike. Armanca wê ev bû ku Amerîkayê tengav bike û zorê bide wê, bi taybetî eger hevalbenda Amerîkayê, Îsraîl, li herêmê lawaz bibe. Bi vê polîtîkaya "çeqelê deştê", Tirkiyeyê hêvî dikir ku ger Îsraîl qels bibe, Amerîka dê neçar bimîne ku pişta xwe bide Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê jî, Tirkiyeyê piştgirî da êrîşa hevrêz a HAMAS, Îran, Hizbullah û Hûsiyan.

Lêbelê, piştî ku Îsraîl di nava 12 rojan de Îran neçar kir ku xwe vekişîne û di heman demê de alîkarî da Kurdên Rojava (bi gotina wê "ez ê we biparêzim"), Tirkiyeyê dest bi guhertina polîtîkaya xwe kir. Polîtîkaya wê ya êrîşkar, ji nişka ve veguherî polîtîkaya "destê ku tu nikarî bibirî, ramûsîne û lingên wê jî bialîse".

Bi eslê xwe, Tirkiyeyê xwestibû polîtîkayeke hevsengiyê di navbera her du hêzan de ava bike – hem ji Amerîka hem jî ji Rûsyayê, li dijî Kurdan û Yunaniyan piştgirî bistîne. Lê Yunanistanê ev polîtîka wekî "danîna piyekî di keştiyekê de û yê din di ya din de" bi nav kir. Wan got: "Tirkiye bi piyekî di keştiyekê de û yê din di ya din de hewl dide rê bigire, aliyê wê ne diyar e!"

Lê biryara CAATSA ya Amerîkayê lingên Tirkiyeyê bi carekê de kir çirrt û parçe kir. Niha Amerîka dibêje ku divê Tirkiye peymanên xwe yên petrol û gaza siruştî yên bi Rûsyayê re betal bike. Herwiha, ji ber kirîna S-400an, Amerîkayê Tirkiye ji programa F-35 derxistibû. Daxwazên Amerîkayê yên nû ev in: "Pêşî S-400an paşve bidin. Paşê, eger Kongreya Amerîkî erê bike û Îsraîl jî bêje 'ERÊ!', em ê we ji nû ve û cara duyemîn bixin programa F-35."

Wekî din, Amerîkayê ragihandiye: "We 24 mîlyar dolar dane Rûsyayê... Divê hûn berîka xwe ji me re jî vekin. Herî kêm divê hûn bi 70 mîlyar dolarî danûstandinê bi me re bikin!"