Komeleya Kurdî Hêvî: Roja Pirrengiyê Bi Govendên Folklorî Pîroz Dike
Ev bûyer derfeteke hêja ye ji bo endamên civakê ku li hev bicivin, çandên cuda nas bikin û rola muzîk û govendê di nêzîkbûna mirovan de fêm bikin. Komeleya Hêvî, hemû dildaran vedixwîne ku beşdarî vê roja taybet bibin û bi hev re kêf bikin.

Dortmund - Almanya: Komeleya Kurdî Hêvî (Kurdischer Verein Hêvî) bi boneya Roja Cihêrengiyê yan Roja Pirrengiyê, bûyerek taybet û rengîn organîze dike. Ev komele bi mebesta anîna perçeyek ji çanda Kurdî bo ser dikê û teşwîqkirina cihêrengiyê, xebatên xwe didomîne.
Di vê bûyerê de, Komeleya Hêvî dê pêşkêşiyeke govendên folklorî yên Kurdî bike. Armanc ew e ku temaşevan bi zengîniya çanda Kurdî nas bikin û coşa govendê bi hev re bijîn. Piştî vê pêşkêşiya kurt, mêvan dê derfetek bibînin ku rasterast beşdarî atolyeyek taybet bibin.
Berpirsiyarên Komeleya Hêvî ragihandin ku ev atolye ji bo her kesî vekirî ye û di vê derbarê de gotin: "Em dixwazin ku her kes bi hev re govendê bigire, ji hev fêr bibe û bi vî awayî cihêrengiyê pîroz bike. Tevlîbûna hemû kesî ji bo me gelekî girîng e."