Hevdîtina Trump û Pûtîn li Alaskayê
Vladîmîr Pûtîn, yekem Serokê Rûsyayê ye ku di dîroka wî welatî de serdana vê wîlayeta Amerîkayê dike û beşdarî civîneke dîplomatîk dibe.

Civîna Donald Trump, Serokê Amerîkayê û hevtayê wî yê Rûsyayê li Alaskayê bûye mijara rojevê ya medyaya cîhanê, û tiştê ku cihê balkêşiyê ye ew e ku civîna her du serokan li baregeheke leşkerî ya Alaskayê ye.
Demeke dirêj e amadekarî ji bo civîna di navbera Donald Trump, Serokê Amerîkayê û Vladîmîr Pûtîn, Serokê Rûsyayê de tê kirin. Di dawiyê de biryar e ku her du serok li wîlayeta Alaskayê ya Amerîkayê, li baregeheke leşkerî ya wî wîlayetî bicivin. Vê yekê bertek li pey xwe anîne ku çima Amerîkayê ev wîlayet û bi taybetî ev baregeha leşkerî hilbijartiye.
Tiştê ku divê bê zanîn, baregeha leşkerî ya Elmendorf - Richardson li Anchorage, ku civîn lê tê lidarxistin, ji aliyê Trump ve wekî yek ji baştirîn û girîngtirîn baregehên leşkerî yên welatê wî hatiye binavkirin. Ji ber ku ew baregeh li ser sînorê herî dawî yê Amerîkayê, xeta yekem a berevaniya Amerîkayê ye. Erka vê baregehê rûbirûbûna gef û metirsiyên Yekîtiya Sovyetê û parastina ewlehiya asmanî ya Amerîkayê bûye.
Pûtîn yekem Serokê Rûsyayê ye di dîrokê de ku serdana wî wîlayetî dike;
Amerîkayê di sala 1867 an de wîlayeta Alaskayê ji Rûsyayê kirî û di sala 1959 an de Alaskayê bi awayekî fermî bû yek ji wîlayetên Amerîkayê. Ev yek jî taybetmendiyeke din a dîrokî dide vê civînê ku li wî wîlayetî tê lidarxistin.
Vladîmîr Pûtîn, yekem Serokê Rûsyayê ye ku di dîroka wî welatî de serdana vê wîlayeta Amerîkayê dike û beşdarî civîneke dîplomatîk dibe.
Her du alî hêvî dikin ku çi bi dest bixin?
Her çiqas Rûsya û Ukrayna demeke dirêj e daxwaza xwe ya ji bo bidawîkirina şer ragihandine, lê her yek ji wan tiştekî dixwaze ku yê din bi tundî li dijî wî derdikeve.
Trump berê ragihandibû ku "ew ê hewl bide beşek ji wê axa ku Rûsyayê dagir kiriye ji Ukraynayê re vegerîne", lê hişyarî jî dabû ku dibe ku "hin alûgor û guhertina axê" çêbibe.
Ukrayna jî israr dike ku ti beşek ji axa xwe, di nav de nîvgirava Kirimê jî, nade Rûsyayê.