Bi hezaran Kurdên derveyê welat fêrî zimanê Kurdî dibin

Kurdên diyasporayê di her temenî de bin dikarin beşdar bibin, da ku fêrî nivîsandin û axaftina bi zimanê Kurdî bibin. Di kursên borî de kesên ji 60 salî mezintir jî beşdar bûne.

Aug 15, 2025 - 16:20
Bi hezaran Kurdên derveyê welat fêrî zimanê Kurdî dibin

Bi hezaran Kurdên diyasporayê berê xwe dane fêrbûna zimanê zikmakî, di vê derbarê de Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çendîn destpêşxeriyan radigihîne.

Di sê salên borî de Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê sê kursên online bi zaravayên Soranî, Badînî û Kurmancî ji bo Kurdên diyasporayê vekirine. Armanc jê fêrbûna zimanê zikmakî û axaftina bi Kurdî ye. Di demeke nêz de kursa çaremîn a wezaretê dê bi awayekî online dest pê bike û dê şeş mehan bidome.

Saman Sêweylî, Berdevkê Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ragihand: "Em dixwazin Kurdistaniyên derveyî welat fêrî nivîsandin û axaftinê bibin, girîngî bi zimanê zikmakî bê dayîn û karibin bi Kurdî biaxivin. Di du rojên borî de 1.200 kesan ji bo kursa çaremîn navê xwe tomar kirine, em pêşbînî dikin ku heta destpêka meha 10 an bi hezaran kes navê xwe tomar bikin."

Li gorî gotina Berdevkê Wezareta Perwerdeyê, ew dibistanên Kurdî yên ku li welatên cîhanê hene û di bin sîwana Konfederasyona Revenda Kurdistanî de ne, wezaret pirtûkên xwendina Kurdî ji wan re çap dike û li ser xerciya Hikûmeta Herêma Kurdistanê digihîne destê wan. "Her wiha em rahênanên taybet ji bo mamosteyên dibistanên wan dikin, xwendekaran jî di sîstema xwe ya perwerdeyê de tomar dikin û derçûyên wan dê bawernameyên fermî yên Wezareta Perwerdeyê werbigrin."

Beşdarbûna di kursê de ti temenekî diyarkirî nîne. Kurdên diyasporayê di her temenî de bin dikarin beşdar bibin, da ku fêrî nivîsandin û axaftina bi zimanê Kurdî bibin. Di kursên borî de kesên ji 60 salî mezintir jî beşdar bûne.

Bi beşdarbûna Kurdên diyasporayê di kursan de, bi hezaran zarokên Kurd ên ku li derveyî welat ji dayik bûne û nikarin bi zimanê Kurdî biaxivin, dê bi awayekî akademîk fêrî zimanê zikmakî bibin. Dema ku vedigerin Kurdistanê, dikarin bi meriv, xizm û kesên din re danûstandinê bikin.