Fly Erbil Alîkariyên Li Derveyê Welat Digihîne BCF
Fly Erbil Alîkariyên Li Derveyê Welat Digihîne BCF
Fly Erbil Amadekarî Ragihand Ji Bo Gihandina Alîkariyên Ji Derveyî Welat Hatine Berhevkirin
Di konferanseke medyayî de, ku bi amadebûna Musa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Lawend Mamendî, rêveberê cîbicîkar ê kompanyaya Fly Erbil, di roja 02/02/2026 de hatibû lidarxistin, behsa gihandina wan alîkarî û piştgiriyên ku li derveyî welat hatibûn berhevkirin, hat kirin.
Behsa alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo Rojavayê Kurdistanê hate kirin û ji aliyekî din ve, Fly Erbil amadebûna xwe ragihand ji bo gihandina wan piştgirî û alîkariyan ku ji derveyî welat hatine berhevkirin. Herwiha îro yekem karwanê alîkariyan gihişte Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî.