Mesrûr Barzanî: Kurdistan beşek e ji çareseriyê
Mesrûr Barzanî: Kurdistan beşek e ji çareseriyê
Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubaî de daxuyand ku Herêma Kurdistan faktoreke sereke ya çareserî û aramiyê ye li herêmê û reformên aborî yên hikûmetê encamên erênî bi dest xistine.
Lûtkeya Hikûmetan îro sêşemî 03.02.2026 saet 07:00ê sibehê bi dema Hewlêrê dest pê kir û dê 3 rojan bidome. Di çarçoveya vê bûyera cîhanî de, Mesrûr Barzanî dê bi serok û rayedarên welatên beşdar re gelek hevdîtinan pêk bîne da ku li ser xurtkirina têkiliyên dualî û nîqaşkirina pêşhatên dawî yên li Iraq û herêmê gotûbêj bikin.
Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ragihand: "Me her dem gotiye ku Herêma Kurdistanê beşek e ji çareseriyê, çi siyasî be, çi dabînkirina ewlehiyê be, çi jî pêşxistina aborî be; em demeke dirêj e dest bi reformên aborî kirine ku bandoreke wan a erênî li ser pêşketina Herêmê heye û ji bo vê jî em dikarin ji welatên cîran şîretan bigirin."
Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Kurdistanê, di bersiva pirseke nûnerê Ava News li Dubaî de got: "Beşdariya me di van cure foruman de ew e ku em dîtinên Herêma Kurdistanê yên di vê dema hesas de li herêmê bi aliyên din re gotûbêj bikin û di heman demê de ew ji nêrîna me fêm bikin û em jî fêm bikin ka dîtina wan ji bo mijarên hesas ên li herêmê çi ye."
Her wiha Serokwezîrê Kurdistanê got, hemû lûtkeyên ku em dikarin dengê gelê xwe bigihînin cîhanê ji bo me girîng in, Herêma Kurdistan xwedî taybetmendiyên xwe ye, dibe ku em nikaribin beşdarî her platformekê bibin, lê em ê di wan platforman de berdewam bin ku em dixwazin dengê gelê Kurdistanê bigihînin.
Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan (WGS) salane li Îmaratan tê lidarxistin û zêdetirî 60 serok û serokwezîr tê de beşdar dibin. Mesrûr Barzanî ji bo sala duyemîn li pey hev wekî kesayetiyek bibandor hatiye vexwendin, ev jî piştî ku Herêma Kurdistanê di çend salên dawî de karîbû têkiliyên xwe bi welatên Kendavê re bigihîne asteke stratejîk a bilind.