Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan her dem dê bibe welatê hemû pêkhateyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyama xwe ya Roja Şehîdên Asûrî li ser hesabê xwe yê Xê belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di salvegera 92emîn a Roja Şehîdên Asûrî de peyamek belav kir û ragihand, “Kurdistan her dem dê bibe welat û warê hemû pêkhateyan.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyama xwe ya Roja Şehîdên Asûrî li ser hesabê xwe yê Xê belav kir.
Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Em silavan ji giyanê qurbaniyên bêguneh ên komkujiya Sêmêlê re dişînin ku sala 1933yan li gel niştecihên zêdetir ji 60 gundên parêzgehên Mûsil û Dihokê, bûne qurbanên destê desthilatdariya Şahîtiya berê ya Îraqê.”
Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser “parastina çanda bihevrejiyanê ya li Herêma Kurdistanê” kir û got
“Em tekezî li parastin û bipêşxistina çanda pirrrengî û bihevrejiyanê û qebûlkirinê dikin û hemû pêkhateyan piştrast dikin ku Kurdistan her dem dê bibe war û welatê hemûyan.”
7ê Tebaxê ji aliyê Asûriyan ve wekî “Rojê Şehîdên Asûrî” tê naskirin.
Salane Asûriyên Herêma Kurdistanê bibîranîna qurbanîyên komkujiya Sêmêlê û gundên derdorê dikin.