Ciwanek Kurd “Ez dixwazim serê Kurdan bilind bikim”
Tîma Neteweyî ya Sûriyeyê ya Bin 23 salî ya Futbolê ji bo beşdarbûna şampiyoniyên Asyayê li Şama paytext dest bi rahênanên xwe kiriye.
Tîma Neteweyî ya Sûriyeyê ya Bin 23 salî ya Futbolê ji bo beşdarbûna şampiyoniyên Asyayê li Şama paytext dest bi rahênanên xwe kiriye.
Di nav tîma ku xwe ji bo pêşbirkên li Libnan, Qeter û Tacikistanê amade dike de, ciwanên Kurd ên ji Qamişlo û Amûdê jî hene.
Lîstikvanên Kurd ên di tîmê de cih digirin, diyar dikin ku armanca wan ew e ku navê Kurdan di qada navneteweyî de bidin bihîstin.
“Ez dixwazim serê Kurdan bilind bikim”
Lîstikvanê ji Amûdê Hesen Elmehmûd got, "Ev 7 sal in ez di lîga Sûriyeyê de dilîzim.
Ez lîstikvanê Tîma Wehdeyê me û ev sê sal in ez bi Tîma Sûriyeyê re me.
Ez bi wan re çûm şampiyoniya li Qirxizistanê û niha jî em xwe ji bo Libnan û Qeterê amade dikin da ku paşê biçin şampiyoniya li Tacikistanê.
Helbet ez dixwazim serê Kurdan bilind bikim. Her kes dixwaze bigihîje şampiyoniyan û Kûpaya Cîhanê."
Lîstikvanê ji Qamişloyê Mistefa Hemo jî wiha anî zimên, "Malbata min gelek alîkariya min kir.
Hezkirina malbata min a ji min û lîstikê re hişt ku ez bipêş bikevim û baş bilîzim.
Niha navê Sûriyeyê li derve hinekî kêm e, em dixwazin wî navî bilind bikin çimkî hêja ye ku bilind bibe.
Ez wekî Kurdekî bi hêvî me ku bi şampiyonekê yan jî bi çûna Kûpaya Cîhanê dengê Kurdan bilind bikim.
Ez dixwazim navê Kurdan bilind bikim û înşallah ez ê bilind bikim."
“Em dê hemû zehmetiyan derbas bikin”
Tevî astengiyên wekî rewşa nebaş a aborî û derfetên kêm, berpirsên tîmê tekez dikin ku ew ê ji bo lîstikvanan atmosfera herî baş pêk bînin.
Rahênerê tîmê Mahir Behrî derbarê amadekariyan de wiha axivî:
"Em li gorî derfetên heyî amadekariyan dikin. Ji ber ku hinek lîstikvanên me ji tîmên Kerame û Hitînê ji ber Kûpaya Tehediyê kêm in.
Di rojên pêş de, 11ê mehê em ê biçin Libnanê û du maçên me yên amadekariyê hene.
Her wiha li Qeterê jî du maçên me hene û paşê em ê li Tacîkistanê bin.
Zehmetî pir in lê bi ked û xebat û bi hezkirina xelkê, helbet em ê hemû zehmetiyan derbas bikin.
Em nûnertiya welatekî dikin û divê em tekoşînê di ber de bikin."
Tîma Sûriyeyê ya Jêr 23 salî, meha Sibatê di Şampiyoniya Rojavayê Asyayê de bûbû sêyemîn.
Niha jî tîm xwe ji bo pêşbirkên amadekariyê yên li Libnan û Qeterê amade dike da ku piştre beşdarî Şampiyoniya Asyayê ya li Tacikistanê bibe.
Rûdaw