Şarbajêr, dê bikeve nav rêzbenda Mîrata Cîhanî ya UNESCO yê
Dê bibe navendeke cîhanî ji bo lêkolînerên warên jeolojî, çandinî, geştyarî, serweta ajalan û balindeyan.
Bi serperiştiya Parêzgariya Silêmaniyê û bi hevkariya Zanîngeha Silêmaniyê, projeyeke stratejîk ji bo tomarkirina herêma Şarbajêrê wek Jeoparkeke Cîhanî di lîsteya UNESCOyê de hatiye destpêkirin. Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebubekir,hûrgiliyên projeyê eşkere kir û da zanîn, komîteyeke bilind ji pisporan hatiye avakirin da ku vê pêngava girîng bi ser bixîne.
Komîteyeke Bilind ji bo Projeyê Hatiye Avakirin
Dr. Heval Ebubekir îro 20ê Tebaxa 2025an ji K24ê re ragihand, komîteyeke bilind li Zanîngeha Silêmaniyê hatiye avakirin ku hemû pisporên pêwendîdar di nav xwe de dihewîne. Herwiha, desteyeke (board) taybet ji bo projeyê hatiye damezrandin ku ji aliyê Parêzgarê Silêmaniyê ve tê serokatîkirin û Qaymeqamê Şarbajêrê, Qaymeqamê Mawatê û Rêveberê Giştî yê Geştyariyê yê Silêmaniyê jî endamên wê ne.
Parêzgarê Silêmaniyê got: "Komîteya bilind a Zanîngeha Silêmaniyê, 100 cih li herêma Şarbajêrê diyar kirine." Herwiha da zanîn, gelek caran guftûgo bi UNESCO re hatiye kirin û tîmên wan serdana herêmê kirine. Niha kar li ser amadekirina wan belge û rêkaran tê kirin ku UNESCOyê daxwaz kirine. Serpereştiyariya karên projeyê jî ji aliyê Dr. Fazil Lawe yê ji Zanîngeha Silêmaniyê ve tê kirin.
Pêdivî bi Budceyek Taybet Heye
Derbarê fînansekirina projeyê de, Dr. Ebubekir eşkere kir ku heta niha kesên di projeyê de dixebitin bi awayekî xwebexş beşdar in û hin pêdivî hatine dabînkirin. Lê belê, proje pêwîstî bi budceyek taybet heye ku ji bo dema çar salan were veqetandin. Piştî amadekirina dosyayê, dê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Federal a Iraqê û Serokomariya Iraqê were kirin ku piştgiriyê bikin.
Sûdên Projeyê ji bo Herêmê
Li ser pirsa ku eger proje were cîbicîkirin dê çi guhertin li herêmê çêbibin, Parêzgarê Silêmaniyê diyar kir, ev proje dê gelek guhertinên erênî û girîng bi xwe re bîne, di nav de:
- Parastina Jîngehê: Herêm dê bibe devereke parastî ji aliyê jîngeh û xwezayê ve û pîvanên jîngehparêziyê dê tê de bên cîbicîkirin.
- Geştyariya Cîhanî: Dê bibe navçeyeke girîng a cîhanî ji bo geştyariyê.
- Navendeke Lêkolînê: Dê bibe navendeke cîhanî ji bo lêkolînerên warên jeolojî, çandinî, geştyarî, serweta ajalan û balindeyan.
Girîngiya Dîrokî û Jeolojîk: "Yek ji sê parên wan kevirên ku dîroka destpêka mirovahiyê vedibêjin, li vê herêmê hene. Ev yek dê nirxekî gelek mezin di asta cîhanê de bide herêmê û wê bike devereke gelek girîng."