Mesrûr Barzanî: Me Karî Rastiyên Rojavayê Kurdistanê Bigihînin Serkirdeyên Cîhanê

Mesrûr Barzanî: Me Karî Rastiyên Rojavayê Kurdistanê Bigihînin Serkirdeyên Cîhanê

Jan 22, 2026 - 19:22
Mesrûr Barzanî: Me Karî Rastiyên Rojavayê Kurdistanê Bigihînin Serkirdeyên Cîhanê
Mesrûr Barzanî: Me Karî Rastiyên Rojavayê Kurdistanê Bigihînin Serkirdeyên Cîhanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dûpat kir ku çi ji destê wan bê dê ji bo xûşk û birayên wan li Rojavayê Kurdistanê bikin. Wî herwiha tekez kir ku ti carî nahêlin welatiyên Rojavayê Kurdistanê bi tenê bimînin û dê di piştgirî û alîkariya wan de berdewam bin.

Îro Pêncşemê, 22.01.2026an, Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li Davosê, di konferanseke rojnamevanî de got: "Li Davosê çendîn babet hebûn ku em li ser wan bipeyivin. Babeta yekem ew bû ku têkiliyên bazirganî digel welatên cîhanê û şirketên navneteweyî baştir bikin û derfetên zêdetir ji bo veberhênanê li Herêma Kurdistanê vekin."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku di babeteke din a civînên wan ên li Davosê de, wan "behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê kir. Bala me li ser wê yekê bû ku piştgiriya navneteweyî peyda bikin da ku şer û pevçûn bidawî bibin, herwiha ew êrîşên neheq ên ku li ser Kurdan li Rojavayê Kurdistanê tên kirin rawestin. Ev babet bi serkirdeyên cîhanê re bi awayekî cidî hate gotûbêjkirin û hêvî dikim ku encamek baş derkeve û aramî li herêmê pêk were."

Herwiha got: "Me karî di civînên Davosê de, rewşa heyî ya li Rojavayê Kurdistanê eşkere bikin. Ji aliyekî din ve, me hewlên cidî dan ji bo pêkanîna aştiyê û bidawîkirina şer. Hêvî dikim ku ew tirs ji nav xelkê rabe û aşitî pêk were. Her çend em ji bo babetên aborî hatibin Davosê jî, lê rewşa Rojava û rawestandina şer li wê herêmê bûye babeta sereke ya gotûbêj û hevdîtinên me digel serok û serkirdeyên cîhanê."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser wê yekê jî ku îro li Hewlêrê di navbera Mezlûm Ebdî û Tom Barrack de civînek pêk hatiye. Wî got: "Tişta ku ez dizanim, her du alî hema hema gihîştine rêkeftinekê ji bo berdewamiya agirbestê li Rojava, û derfetek bê dayîn ku bigihîjin lihevkirineke dualî da ku aşitî û aramî pêk were. Hêvî dikim ku şer dîsa ranebe."

Mesrûr Barzanî ragihand: "Ti kesek alîgirê şer û aloziyan nîne. Digel kê hevdîtin û civînên me hebûn, wan behsa wê yekê kirin ku divê bi lez şer bidawî bibe. Tişta niha girîng ew e ku agirbest berdewam bike da ku ew gûvaş û pestoya derûnî li ser xelkê Kurdistanê nemîne."

Derbarê aboriyê de, Mesrûr Barzanî dibêje: "Pêşketina aborî li her welatekî hebe, aramî siyasî û ewlehî zêdetir pêk tê. Lewra min xwest ku bazirganên me û sermayedaran beşdarî danîna siyaseta aborî bibin, herwiha beşdarî wan çalakiyên ku em di asta navneteweyî de dikin bibin. Ji ber vê yekê, ev sêyemîn sal e ku em Mala Kurdistanê li Davosê vedikin. Vê carê zêdetirî 20 bazirgan û veberhêner ji Kurdistanê beşdar bûn û wan jî hevdîtinên xwe digel şirketên cîhanî hebûn. Hêvî dikim ev jî bibe encameke baştir ji bo vebûna Kurdistanê li hemberî bazirganî û aboriya cîhanî."

Di berdewamiya axaftina xwe de wî herwiha anî ziman ku "bila bazirgan û sermayedaran bixwazin û hewesa wan hebe ku di çi sektorekê de kar bikin, em weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya wan dikin."

Derbarê hewlên Serok Barzanî ji bo rawestandina şer li Rojavayê Kurdistanê de, Mesrûr Barzanî ragihand: "Serok Barzanî her ji roja yekem ve hewlên ciddî dane ji bo rawestandina şer. Lewra li Hewlêrê pêşwaziya Mezlûm Ebdî û Tom Barrack kir, da ku her du alî bigihîjin encamekê ji bo rêgirtina li şer. 

Piştre di çendîn gotûbêjên telefonî de, Serok Barzanî digel Ehmed Şerîf axivî û jê xwest ku şer bidawî bibe. Wan jî soz dan ku ti kesek ji wan alîgirê şer nabe û dixwazin şer ber bi dawiyê ve biçe, lê divê ji aliyê her du aliyan ve rêkeftinek bê kirin ku cihê rêzgirtin û qebûlkirinê be."

Herwiha dibêje: "Serok Barzanî niha jî li Îtalyayê, bala wî li ser wê yekê bûye ku peyamên xwe bigihîne hemû cîhanê ku divê ew şerê li Rojavayê Kurdistanê bidawî bibe. Înşallah ber bi dawiyê ve diçe. 

Hevdîtinên îro yên li Hewlêrê jî ji bo wê yekê bûn ku derfeteke zêdetir hebe da ku agirbest berdewam bike, ji bo ku aşitî û aramî bibe şûngirê şer û pevçûnan."

Derbarê kabîneya dehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Mesrûr Barzanî got: "Partî her ji roja yekem ve amade bûye ji bo pêkanîna hikûmetê, lê li ser bingeha rêzgirtina encamên hilbijartinan. Partî li ser nêrîna xwe berdewam e, û divê rêz li nêrîna xelkê Kurdistanê bê girtin."

Di dawiya axaftina xwe de Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir: "Piştî çendîn salan ku me hewlên ciddî dan, da ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bikaribe biçe Rojavayê Kurdistanê, dezgehê doh karî yekem karwanê alîkariyê bigihîne Rojavayê Kurdistanê. Ew di alîkariya welatiyên li Rojava de berdewam in. Çi ji destê me bê em ê bikin û em nahêlin xûşk û birayên me li Rojavayê Kurdistanê bi tenê bimînin."