Hunt Oil a Amerîkî Dîsa Dest bi Karên Xwe yên li Kurdistanê Dike
Li Herêma Kurdistanê 52 blokên petrolê hene, lê tenê di 9 blokan de kar tê kirin. Heşt blok li ser sînorê parêzgehên Hewlêr û Dihokê ne û yek jî li ser sînorê parêzgeha Silêmaniyê ye.
Piştî rawestandina karên xwe yên ji bo nêzîkî mehekê, kompanyaya "Hunt Oil" a Amerîkî ragihand ku ew ê dîsa dest bi karên xwe yên li Herêma Kurdistanê bike.
Roja Çarşemê, 16ê Tîrmeha 2025an, di saet 7:14 de, bi rêya droneke bombekirî êrîşî zeviya petrolê ya Hunt Oil a Amerîkî li Baedrê ya ser bi navçeya Şêxan a parêzgeha Dihokê hate kirin. Wekî rêkar û tedbîreke xweparastinê, kompanyayê karên xwe rawestandibû. Niha, piştî nêzîkî mehekê, kompanya ragihand ku ew ê li herêmê dîsa dest bi karên xwe bike.
Berdevkê kompanyayê ji ajansa nûçeyan a "Reuters" re ragihand: "Berhemanîna petrolê li zeviya petrolê ya Hunt Oil a Amerîkî li Baedrê ya ser bi navçeya Şêxan a parêzgeha Dihokê dê ji nû ve dest pê bike û heta dawiya vê mehê vegere rewşa xwe ya asayî."
Ev biryar piştî pêngavên bi heman rengî yên kompanyayên din ên petrolê tê, di nav wan de kompanyaya "DNO" ya Norwêcî ku piştî rastî êrîşeke bi heman şêweyî hat di meha Tîrmeha borî de, ji nû ve dest bi karên xwe li zeviyên Kurdistanê kir.
Tiştê ku divê bê zanîn, ji ber êrîşên dronan ên hefteyên borî yên li ser binesaziya enerjiyê ya Kurdistanê, kar li pênc zeviyên petrolê rawestiya, û yên din jî ji ber sedemên ewlehiyê karên xwe sînordar kirin.
Li gor amaran: Li Herêma Kurdistanê 52 blokên petrolê hene, lê tenê di 9 blokan de kar tê kirin. Heşt blok li ser sînorê parêzgehên Hewlêr û Dihokê ne û yek jî li ser sînorê parêzgeha Silêmaniyê ye.