İsmail Beşikçi Li Amedê Bêhal Ket, Rakirin Nexweşxaneyê
Civaknas û Akademîsyen İsmail Beşikçi Li Festivala Fîlman a li Amedê Bêhal Ket, Rakirin Nexweşxaneyê

Diyarbekir - Kurdistan: Civaknas û Akademîsyen û nivîskarê hêja, birêz İsmail Beşikçi, ku wekî "dostê Kurdan" tê nasîn, îro di dema beşdarbûna festîvala fîlman a li Amedê de, di dema axaftinekê de bêhal bû û rewşa wî ya tenduristiyê xerab bû.
Li gorî agahiyên destpêkê, Mamoste Beşikçi piştî ku rewşa wî xirab bû, tîmên tenduristiyê yên ku hatin cihê bûyerê, çareseriya destpêkê lê kirin. Piştre, Beşikçi ji bo çavdêrî û dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê.
Heta niha derbarê rewşa tenduristiya wî ya dawî de agahiyeke berfireh nehatiye belavkirin, lê tê ragihandin ku ew di bin çavdêriya bijîşkan de ye.
Beşikci ji bo Fîlma belgesel a bi navê "Îsmaîle Me", ku ji aliyê derhêner Fatih Kanat û Önder Înce ve hatiye çêkirin, li 9. Festîvala Fîlman a Belgesel a Amedê, de beşdar bibû. Mamoste İsmail Beşikçi, ku bi xebatên xwe yên zanistî û piştgiriya xwe ya bêdawî ji bo mafên gelê Kurd tê nasîn, piştî vê bûyerê li ser medyaya civakî û di nav raya giştî de gelek hestên xemgîniyê derketin holê. Gelek kesan bi daxwazên "bila derbasî be" û "şifaya lezgîn" piştgiriya xwe jê re anîn ziman û daxwaz kirin ku ew di demeke zû de baş bibe.
Heval û alîgirên wî di peyamên xwe de bal kişandin ser girîngiya Mamoste Beşikçi di doza Kurd de û gotinên wekî "Me nehêle, mamoste!" parve kirin, bi hêviya ku ew di zûtirîn dem de careke din vegere ser kar û xebatên xwe yên hêja.
Em jî ji bo Mamoste İsmail Beşikçi şifaya lezgîn dixwazin û hêvî dikin ku di demeke kurt de baş bibe.