Serok Barzanî pêşwaziyê li Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziyê li Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê kir

Dec 15, 2025 - 17:26
Serok Barzanî pêşwaziyê li Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê kir
Serok Barzanî pêşwaziyê li Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê kir

Roja Duşemê, 15ê Kanûna Yekem a 2025an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Mihemed Kazim Al Sadiq, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê, kir.

Di hevdîtinê de, ku birêz Feramerz Esedî, Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê jî amade bû, rewşa giştî ya herêmê, rewşa siyasî ya Iraqê û têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin gotûbêjkirin.

Her di wê hevdîtinê de, têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de jî hatin nirxandin û her du aliyan tekezî li ser pêşxistina zêdetir a wan têkiliyan li ser bingeha berjewendiyên hevpar di hemû qadan de kirin.