Hejmara Nûnerayetiyên Welatan Li Kurdistanê Dê Zêdetir Bibe

Pisporê Têkiliyên Navdewletî Ji Zagros Re: Hejmara Nûnerayetiyên Welatan Li Kurdistanê Dê Zêdetir Bibe

Oct 7, 2025 - 10:15
Oct 7, 2025 - 10:18
Hejmara Nûnerayetiyên Welatan Li Kurdistanê Dê Zêdetir Bibe
Pisporê Têkiliyên Navdewletî Ji Zagros Re: Hejmara Nûnerayetiyên Welatan Li Kurdistanê Dê Zêdetir Bibe

Hewlêr - Kurdistan: Pisporek di warê têkiliyên navdewletî de destnîşan dike ku rewşa Kurdistanê di herêmê de pir girîng e û ev yek bûye sedem ku nûnerayetiyên welatan li Kurdistanê vebin û girîngî bi rewşa Kurdistanê li ser asta cîhanê were dayîn.

Hawraman Ali Tawfik, ji Zagros re got: "Herêma Kurdistanê ji aliyê asayîş û aramî, stratejiya xebatê, aborî û bazirganî, û têkiliyên dîplomasî ve, rewşa xwe li ser asta cîhanê bilind kiriye û ava kiriye. Bi taybetî jî rewşa heyî ya Iraqê ku cîhan ji aliyê dîplomasî ve jê razî nîne, berevajî vê yekê, Herêma Kurdistanê her çend herêmek be jî, lê wek dewletek xwedî pêgeh û giranî ye li ser asta cîhanê. Li ser asta herêmê, Amerîka, Çîn, Rûsya û dewletên Erebî girîngiyeke mezin didin Kurdistanê."

Wî her wiha got: "Kurdistan ji bo paşeroja herêmê pir girîng e, ji ber ku cihê aramî û pêşketinê ye û veberhênanên cîhanî berê xwe didin Kurdistanê. Ev aqilmendiya Kurdistanê û Hikûmeta Herêmê erdnîgariya Kurdistanê jî xurt kiriye. Welatên cîran çav li aramî û pêşketina li Kurdistanê ne ku gavên girîng di vî warî de tên avêtin, û siyaseta îro jî bûye aborî. Kurdistan di herêmê de xwedî rewşa herî baş e ji bo aboriyê û niha gelek dewlet dixwazin berjewendiyên aborî li Kurdistanê hebin."

Hawraman Ali Tawfik diyar kir: Kurdistan ji aliyê çavkaniyên enerjiyê, petrolê û geştiyariyê ve her tişt tê de heye û siyaseta hevsengiyê meşandiye, neçûye eniya ti aliyekî. Niha welatên Kendavê ji aliyê aborî ve pêş ketine, lewma eleqedar in ku li Kurdistanê veberhênan bikin. Bloka Çînê ji ber nêrîna xwe ya aborî hatiye û girîngiyê dide Kurdistanê û gelek şirketên Amerîkî di warê enerjiyê de li Kurdistanê kar dikin. Ev jî jêhatîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku berjewendiyên aborî û dîplomasî li hev civandiye û di van rojan de em bi çavên xwe dibînin ku Hewlêr bûye trafîkeke dîplomasî.

Hawraman Ali Tawfik her wiha destnîşan kir: "Welatên din jî dê di paşerojê de amade bin ku nûnerayetiyên xwe li Kurdistanê vekin. Li Kurdistanê, demekê tenê yek konsulxane hebû, niha gelek dewlet nûnerayetiyên xwe hene, lewma tê çaverêkirin ku ev pêgeh bibe sedem ku nûnerayetiyên din jî vebin."