Serok Nêçîrvan Barzanî piştgiriya peywendiyên navbera her du parêzgehên Hewlêr û Bexdayê kir

Serok Nêçîrvan Barzanî piştgiriya peywendiyên navbera her du parêzgehên Hewlêr û Bexdayê kir

Jun 17, 2026 - 12:50
Serok Nêçîrvan Barzanî piştgiriya peywendiyên navbera her du parêzgehên Hewlêr û Bexdayê kir
Serok Nêçîrvan Barzanî piştgiriya peywendiyên navbera her du parêzgehên Hewlêr û Bexdayê kir

Berî nîvroya îro Çarşemê 17.06.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Endezyar Atwan El Atwan, Parêzgarê Bexdayê û şandeke pê re kir.

Di hevdîtinê de tekez li ser girîngiya bihêzkirina hemahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê wek du navendên sereke yên Iraqê hate kirin, bi taybetî di warên xizmetguzarî, geşepêdan û şaredariyê de, bi mebesta bilindkirina asta xizmetguzariyan ji bo welatiyan.

Serok Nêçîrvan Barzanî piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo kûrkirina hevkarî û hevbeşî ya navbera her du parêzgehên Hewlêr û Bexdayê di warên curbicur de dûpat kir. Her wiha, sûdwergirtina ji ezmûnên serkeftî yên hevdu ji bo xizmetkirina baştir a her du parêzgehan, bi pêwîst zanî.

Girîngiya berdewamiya peywendî û hevkariyê ji bo pêşvebirina pêvajoya avakirin û geşepêdanê li her du bajaran, mijareke din a civînê bû ku tê de birêz Umêd Xoşnaw, Parêzgarê Hewlêrê jî amade bû.