Avakirina Avahiyeke Taybet Ji Bo Enstîtuya Kurdî Li Parîsê

Avakirina Avahiyeke Taybet Ji Bo Enstîtuya Kurdî Li Parîsê

Jan 26, 2026 - 13:48
Avakirina Avahiyeke Taybet Ji Bo Enstîtuya Kurdî Li Parîsê
Avakirina Avahiyeke Taybet Ji Bo Enstîtuya Kurdî Li Parîsê

Hewlêr – Kurdistan; Şeva Yekşemê, 25.01.2026an, her yek ji birêzan Îsmaîl Hacik Çemî Nûnerê Serok Barzanî, Omêd Xoşnaw Parêzgarê Hewlêrê û Dr. Mihemed Şukrî, Serokê Desteya Veberhênanê, bi çend veberhênerên Kurdistanî re civiyan. Armanca vê civînê avakirina avahiyeke taybet ji bo Enstîtuya Kurdî li Parîsê bû, ku ev çend sal in parêzvaniya doza neteweyî û mafên gelê Kurdistanê dike.

Veberhêneran li gel amadebûna xwe ya ji bo pêkanîna vî karî, di heman demê de kêfxweşiya xwe ji vê erka nîştimanî û neteweyî anîn ziman, ku xizmetê ji doza Kurd bi giştî û ji revenda Kurd bi taybetî re dike.

Hêjayî gotinê ye ku Enstîtuya Kurdî ya Parîsê rêxistineke ye ku li ser ziman, çand û dîroka Kurdî xebatê dike. Di meha Sibatê ya sala 1983an de li Parîsê hatiye damezrandin û di heman demê de hewl dide ku revenda Kurdî bi civaka Fransî re bide hevnasîn û li hev bîne.