Naveroka Peywendiya Telefonî ya di navbera Serok Barzanî û Nûnerê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyê

Naveroka Peywendiya Telefonî ya di navbera Serok Barzanî û Nûnerê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyê

Mar 12, 2026 - 19:18

Roja Pêncşema 12ê Adara 2026an peywendiyeke telefonî di navbera Serok Mesûd Barzanî û birêz Tom Barrack, Nûnerê Serok Trump ji bo Karûbarên Sûriyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê, pêk hat.

Di vê peywendiya telefoniyê de, birêz Tom Barrack silav û rêzên Serok Trump gihande Serok Barzanî û spasiya rola Serok Barzanî kir ku her tim bi serkirdayetiyeke hekîmane rêveberiya siyaseta parastina ewlehiya navçeyê kiriye, û ragihand ku Amerîka her tim Herêma Kurdistanê wek hevpeyman û dost dibîne û dê di hevrêziya xwe bi Herêma Kurdistanê re berdewam bin. 

Herwiha birêz Nûnerê Serokê Amerîkayê tekez kir ku ji bo Amerîkayê, Herêma Kurdistan û Iraq di navçeyê de cihekî girîng in û ew dê alîkar bin ku di rewşa aloz a niha ya navçeyê de pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de bi awayekî ku di berjewendiya her du aliyan de be, di hemû waran de werin çareserkirin.

Bi heman awayî, Serok Mesûd Barzanî spasiya Serok Trump kir û rêz û rûmeta xwe jê re anî ziman û spasiya birêz Tom Barrack kir ji bo rola wî ya bi bandor.

Serok Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê her tim daxwazkarê aramî û ewlehiyê ye ji bo tevahiya navçeyê û gelê Kurdistanê her tim baweriya xwe bi demokrasiyê, pêkvejiyanê û diyalogê heye û got ku em her tim beşek ji çareseriyê bûne û qet nebûne û nabin beşek ji ti pirsgirêk û aloziyekê.

Herwiha Serok Barzanî bal kişand li ser wan êrîşên ne rewa ku ji aliyê hin hêzên derveyî qanûnê ve li ser Herêma Kurdistanê têne kirin.

Her du alî li ser vê yekê li hev kirin ku pêwîst e Herêma Kurdistanê û Iraq ji vî şerî dûr bêne girtin û werin parastin.