Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îtalyayê rewşa navçeyê gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îtalyayê rewşa navçeyê gotûbêj kirin.

Mar 12, 2026 - 16:58
Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îtalyayê rewşa navçeyê gotûbêj kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îtalyayê rewşa navçeyê gotûbêj kirin.

Êvara îro pêncşema 12.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di peywendiyeke telefoniyê de bi birêz Antonio Tajani, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îtalyayê re, derbarê pêşhatên dawî yên rewşa navçeyê û bandor û encamên şer li ser asayîş û aramiya navçeyê û cîhanê gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî bi tundî êrîşa şeva borî ya li ser baregeha leşkerî ya Îtalyayê li Herêma Kurdistanê şermezar kir. Herwiha dûpat kir ku pêwîst e Hikûmeta Iraqê berpirsiyariya xwe ya parastina nûnertiyên dîplomatîk û hêzên Hevpeymanan pêk bîne û rê nede ku komên derveyî qanûnê careke din asayîş û berjewendiyên welat bixin metirsiyê de.

Ji aliyê xwe ve, birêz Wezîrê Derve yê Îtalyayê ligel şermezarkirina êrîşê, dûpat kir ku welatê wî bi her awayî dê di piştgirî û alîkariyên xwe yên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê de berdewam be ji bo rûbirûbûna astengiyan û rûbirûbûna êrîşên terorîstî, herwiha dê hevkariya wan a hevbeş ji bo parastina aramî û ewlehiyê pêş bixin.

Di dawiya peywendiyê de, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Herêma Kurdistanê ji bo Îtalyayê anî ziman ji bo piştgirî û alîkariyên wan ên berdewam ên ku pêşkêşî Herêma Kurdistanê dikin û rola hêzên wî welatî di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de bilind nirxand.