Serok Nêçîrvan Barzanî Ji Bo Koça dawî ya Xalid Şilî Peyama Sersaxîyê Belav Kir
Serok Nêçîrvan Barzanî Ji Bo Koça dawî ya Xalid Şilî Peyama Sersaxîyê Belav Kir

Hewlêr - Kurdistan: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo koça dawî ya Pêşmerge, têkoşer û kesayetîyê diyar ê devera Behdînan, Xwedê jêrazî Xalid Şilî, peyameke sersaxîyê belav kir.
Di peyama xwe de, Serok Barzanî sersaxî û dilgermîyên xwe pêşkêşî malbat û kesûkarên Xwedê jêrazî Xalid Şilî yên rêzdar kir.
Serok Barzanî diyar kir ku Xalid Şilî "welatparêz, xebatkar û dilsozekî berçav ê Kurdistanê bû ku hemû jiyana xwe ji bo gel û welatê xwe derbaz kir." Wî herwiha ji Xwedayê mezin hêvî kir ku giyanê Xalid Şilî bi dilovanîya xwe şad bike û sebir û aramiyê bide hemû malbat û hezkirîyên wî.
Xalid Şilî wekî kesayetîyekî girîng di dîroka têkoşîna Pêşmerge de û di nava civaka Behdînan de dihat nasîn. Koça dawî ya wî wekî windahîyeke mezin ji bo Herêma Kurdistanê tê dîtin.
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo malbata xwedê jêrazî Xalid Şilî
Ji bo oxira dûmahiyê ya Pêşmerge û têkoşerê dêrîn û kesatiyê diyar yê Behdînan xwedê jê razî Xalid Şilî, behîdarî û sersaxiyê pêşkêşî binemale û kesukarêt wî yêt rêzdar dikem.
Xudê jêrazî Xalid Şilî welatparêz û xebatkar û dilsozekê berçav yê Kurdistanê bû ku hemî jiyana xo bo gel û welatê xo derbaz kir. Ji xudayê mezin hêvîxazim giyanê wî bi dilovaniya xo şad biket û sebir û aramiyê bidete hemiya.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
30.09.2025