Necat Zivingî: Tirkiye Li Dijî Zimanê Kurdî Qirkirina Zimanî Pêk Tîne

Necat Zivingî: Tirkiye Li Dijî Zimanê Kurdî Qirkirina Zimanî Pêk Tîne

Sep 30, 2025 - 16:17
Necat Zivingî: Tirkiye Li Dijî Zimanê Kurdî Qirkirina Zimanî Pêk Tîne
Necat Zivingî: Tirkiye Li Dijî Zimanê Kurdî Qirkirina Zimanî Pêk Tîne

Lozan - Swîsre: Serokê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê, Necat Zivingî, di nivîseke xwe ya nû de rexneyên tund li siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî zimanê Kurdî girt û destnîşan kir ku Tirkiye di dijminatiya zimanê Kurdî de bi israr e, tevî ku bi mîlyonan mirov pê diaxivin.

Zivingî diyar kir ku di sedsala 21an de, dema ku neteweyên din mafên xwe yên neteweyî pêş dixin, Tirkiye hîn jî rê li ber digire ku zimanê Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê û zimanê giştî. Zivingî anî ziman ku ti astengî ji bo fermîbûna zimanê Kurdî û bikaranîna wê di perwerdehiyê de tune ye, lê dewleta Tirk bi israr vê yekê asteng dike.

Zivingî berawirdiyek pir balkêş kir û destnîşan kir ku Îsraîl jî vê siyaseta zextê li hemberî zimanê Erebî pêk nayne. Zivingî her wiha tekez kir ku tu welatekî cîhanê yê din, li ser zimanekî ku heta 5-10 hezar kes jî pê diaxivin, ev qas zilmê nake.

Necat Zivingî rexneyên tûj li wan kesên ku di nava vê rewşa qirkirina zimanî de, ji Kurdan hêvî dikin ku bawerî bi çîrokên biratî û demokrasiyê bînin, anî. Wî pirsî, "Her tişt li aliyekî, ew kesên ku tevî vê qirkirina zimanî, bi navê Îslamê ji Kurdan re dirûşmên yekîtî û biratiyê didin, bi kîjan rûyî dikarin biaxivin?"

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê her wiha got, "Ligel ku Tirkiye qedexeya zimanê Kurdî ji Sûriyê heta Japonyayê berfireh dike, ew kesên ku bi navê Kurdan diaxivin, bi kîjan rûyî dikarin xewnên yekîtî û demokrasiyê bi dewleta Tirk re bifiroşin Kurdan?"

Di dawiya nivîsa xwe de, Zivingî bi tekezî anî ziman ku Tirkiye li dijî Kurdan etnosîdek (qirkirina etnikî û zimanî) bêmînak pêk tîne. Wî herwiha rexne kir ku Kurd, di anîna vê rewşê de bo rojeva cîhanê, hîn jî lawaz dimînin.