Dayfa Xatûn Mîrnişîna Kurd a Ji Bîrkirî ya Helebê
Dayfa Xatûn Mîrnişîna Kurd a Ji Bîrkirî ya Helebê
Dayfa Xatûn di serdemeke aloziya siyasî de (1236-1242) li Helebê desthilatdariyê kir, di navbera dînamîkên hêzê yên tevlihev de rêveberî kir û aramiya bajêr parast. Wek prenseseka Kurd ji xanedana Eyûbî, wê di dîmena siyasî ya tevlihev a wê demê de bi dîplomasî û hevpeymanên stratejîk tevgeriya da ku serxwebûna bajêr biparêze û ji pevçûnên leşkerî yên biha dûr bisekine. Serokatiya wê di dabînkirina aramî û bextewariya Helebê de roleke girîng lîst. Dayfa Xatûn di pêşketina çandî û mîmarî ya bajêr de jî beşdarîyên girîng kir, dibistan û kelehan fînanse kir. Desthilatdariya wê baweriya hevpar ku siyaseta Îslamî ya Serdema Navîn bi taybetî ya mêran bû, dijberî dike û hebûna demdirêj a Kurdan li Sûriyê, ku bi sedsalan parçeyek bingehîn a dîroka wê ne, diyar dike. Mîrata Dayfa me bi bîr dixe ku jinan di şekildana dîroka serdema xwe de çi rolek girîng lîstine, tevî ku di vegotinên dîrokî de bi giranî hatine jibîrkirin.
Prenseseka Kurd li Sûriya Eyûbî
Dayfa Xatûn di dawiya sedsala 12-an de ji dayik bû, prenseseka xanedana Eyûbî bû, desthilatdarên Kurd ên ku li şûna Selahedîn hatin. Eyûbîyan împaratoriyeke mezin û parçekirî ji Misirê heya Mezopotamyayê birêve birin, ku tê de hevrikiyên navxweyî pir caran dibûn sedema guhertina hevpeymanan û şerê desthilatdariyê. Ew bi El-Zahir Xazî, desthilatdarê Helebê re zewicî, bi vî awayî kontrola Eyûbî ya li ser bakurê Sûriyê xurt kir. Jiyana wê li bajarekî ku komên etnîkî û çandî yên cihêreng li tenişta hev dijiyan, derbas bû. Kurd, Ereb, Farisan hemûyan siyaseta Helebê û civaka wê şekil kirin. Hebûna Kurdan li Sûriyê bi sedsalan berê diçe, bi civakên Ereb û yên din re tevlihev bûye, û beşdarî jiyana wê ya leşkerî, rêveberî û rewşenbîrî kiriye.
Rêveberî, Zehmetî û Dîplomasî
Piştî mirina kurê xwe, El-Ezîz Mihemed, Dayfa Xatûn di sala 1236an de rola serwera neviyê xwe yê piçûk girt ser xwe, ku ev yek demeke kêm ji rêberiya jinan li Sûriya Eyûbî nîşan dide. Berevajî gelek serwerên mêr ên wê demê, wê bal kişand ser parastina aramiyê bi rêya dîplomasiyê, ne bi rêya fethên leşkerî. Rêveberiya wê ya bi baldarî ya Helebê hişt ku bajêr tevî rewşa siyasî ya tevlihev geş bibe, bi hevpeymanî û danûstandinan bawerî anî da ku bajêr serbixwe bimîne û ji şerên giran ên ku li herêmên din ên Eyûbî diqewimîn dûr bisekine. Heleb di dema serweriya Dayfa Xatûn de rastî gelek gefên derve hat. Li rojhilat, Mongol li herêmê belav bûn û bajaran wêran kirin. Li başûr, Memlûkan kontrola xwe ya li ser Misirê xurt dikir û dest bi berfirehkirina xwe li Sûriyê kiribûn. Di heman demê de, serwerên Eyûbî yên hevrik li bajarên nêzîk xwestin Helebê kontrol bikin. Di rûbirûbûna van xetereyan de, Dayfa Xatûn ji bo parastina bajarê xwe xwe sparte dîplomasî û hevpeymanan, di rêveberiya hawîrdoreke siyasî ya tevlihev de û di dema krîzek dijwar de aramîya Helebê peyda kir.
Beşdariyên Çandî, Hêzdana Jinan & Tesewuf
Ji bilî siyasetê, Dayfa Xatûn li ser dîmenê mîmarî û rewşenbîrî ya Helebê bandorek mayînde hişt. Wê piştgirî da perwerdehî û hunerê, fînansîya çêkirina medreseyan (dibistanên îslamî yên ku perwerdehiya dînî û akademîk didan), mizgeft û kelehan kir. Yek ji girîngtirîn beşdariyên wê Medreseya Firdewsê bû, ku di salên 1235–1236an de hat çêkirin. Ev dibistana mezin a îslamî bû navendeke zanistiya dînî, ku veberhênana wê di perwerdehî û jiyana rewşenbîrî de nîşan dide. Wê herwiha keleha Helebê jî xurt kir, girîngiya wê ya stratejîk di parastina bajêr de nas kir.
Mîrata Dayfa Xatûn ji saziyên kevneşopî wêdetir di piştgiriya wê ya ji bo beşdariya jinan di jiyana dînî û civakî de dirêj bû. Wê di damezrandina Xaneqaha Ferafira de roleke sereke lîst, ku cîhek bi taybetî ji bo sofîyên jin hatibû afirandin. Xaneqah(Tekkiye) ji bo jinên pîr, jinberdanî, an jinebî yên ku cihê wan tune bû, penaberî peyda dikir, û heya mirina wan an ji nû ve zewaca wan cîhek rûniştinê pêşkêşî wan dikir. Ev xaneqah, ku tenê yek li Helebê û dibe ku li Sûriyê sax mayî ye, şahidiyek e ji kalîteya bilind a materyalên ku wê di çêkirina wê de bikar aniye. Qebûlkirina tesewufê ji aliyê Dayfa ve jî derfetên ji bo jinan vekir ku di nav civakên dînî de rola rêberiyê bigirin, bi vî awayî jiyana çandî û ruhanî ya Helebê zêdetir dewlemend kir. Dayfa Xatûn ne îstîsnayek bû, lê beşek ji kevneşopiyeke berfirehtir bû ku jinan li Sûriyê bandor li siyaset, perwerdehî û çandê kirin. Gelek jinên esilzade piştgirîya dibistan, mizgeft û projeyên xêrxwaziyê kirin ku bajarên wan xurt kirin. Li Heleb û Şamê, jinên bi bandor ji malbatên desthilatdar beşdarî ewqafan bûn ku piştgirîya zanyar û xwendekaran kirin, û piştrast kirin ku perwerdehî di demên nezelaliya siyasî de jî geş bibe. Dayfa Xatûn li gorî vê kevneşopiyê tevgeriya, û şopa xwe li ser dîmena çandî û rewşenbîrî ya Helebê hişt.
Desthilatdariya Dayfa Xatûn şahidiyek e ji rola ku jinan di desthilatdariya Îslamî ya Serdema Navîn de lîstine, dijî wê ramana ku siyaseta Îslamî ya Serdema Navîn bi taybetî ya mêran bû. Rêberiya wê piştrast kir ku Heleb di dema krîzek de xurt bimîne û piştgiriya wê mîrateya rewşenbîrî û mîmarî ya bajêr dewlemend kir. Koka wê ya Kurdî hebûna kûr-reh a Kurdan li Sûriyê ronî dike, bîranînek e ku dîroka Sûriyê dîrokeke hevjiyan û cihêrengiyê ye. Lê dîsa jî çîroka wê, mîna gelekên din, bi giranî ji bîr kiriye. Çi dibe ku çîrokên mîna yên wê zêdetir bêne gotin? Jinan dîrok şekil kirin - ne wek îstîsna, lê wek kesayetên bingehîn di serdema xwe de.