Baroya Wanê ji bo Kurdî daxwaza statuya fermî kir

Baroya Wanê ji bo Kurdî daxwaza statuya fermî kir

Oct 10, 2025 - 19:43
Oct 10, 2025 - 19:45
Baroya Wanê ji bo Kurdî daxwaza statuya fermî kir
Baroya Wanê ji bo Kurdî daxwaza statuya fermî kir

Wan - Kurdistan: Komisyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (ÖHD) û Komeleya Lêkolînên Hiqûqê û Perwerdehiyê (DADSAZ) li ber Dadgeha Wanê daxuyaniya çapemeniyê dan û daxwaza statuya fermî û zimanê perwerdehiyê ji bo Kurdî kirin.

Parêzer Alî Şapkacî, endamê Komisyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê ku daxuyanî da, anî ziman ku zimanê Kurdî û nasnameya Kurdî bi salane bûne armanca polîtîkayên bişaftin û asîmîlasyonê yên ku ji aliyê desthilatên siyasî ve têne meşandin. Şapkacî diyar kir ku ev polîtîka ne tenê bikaranîna ziman di qada giştî de, lê bîra çandî ya civakê, sîstema perwerdehiyê û mekanîzmaya edaletê jî bandor dikin.

Şapkacî destnîşan kir ku "sînorkirina bikaranîna zimanê Kurdî li dibistanan, zanîngehan, dadgehan û saziyên îdarî, encama nêrîneke sîstematîk e ku armanca wê qelskirina hebûna civakî ya ziman e." Wî got ku dûrxistina ziman ji jiyana giştî tê wateya jêbirina bîr û nasnameya civaka ku bi wî zimanî diaxive.

"Divê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî"

Şapkacî anî ziman ku naskirina zimanê Kurdî, bi bikaranîna azad a zimanê zikmakî li her qada jiyanê gengaz e û ev bangewazî kir: "Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî, ne tenê daxwazeke çandî ye, mafekî gerdûnî yê mirovan e. Bûyîna zimanê Kurdî bi statuyeke fermî, li Tirkiyeyê şertê pêşîn ê demokrasî, hemwelatiya wekhev û aştiyeke mayînde ye. Divê ne rêkûpêkkirinên rûxsarî, lê gavên dilsoz û bingehîn bêne avêtin."

Hiqûqnasan tekez kirin ku ew ê ji bo ku Kurdî weke zimanê perwerdehiyê û zimanê jiyana giştî bê ewle kirin, têkoşînê bidomînin û daxuyaniya xwe bi peyama "Azadbûna ziman azadbûna civakê ye" bi dawî kirin.