Serok Barzanî Li Salvegera Kîmyabarankirina Helebçeyê Peyamek Belav Kir

Serok Barzanî Li Salvegera Kîmyabarankirina Helebçeyê Peyamek Belav Kir

Mar 16, 2026 - 11:13
Serok Barzanî Li Salvegera Kîmyabarankirina Helebçeyê Peyamek Belav Kir
Serok Barzanî Li Salvegera Kîmyabarankirina Helebçeyê Peyamek Belav Kir

Roja Duşema, 16ê Adara, 2026, Serok Mesûd Barzanî bi boneya 38emîn salvegera kîmyabarankirina Helebçeyê de, peyamek li ser tora civakî ya X de belav kir.

Naveroka peyama Serok Barzanî:

Tawana kîmyabarankirina Helebçeyê zulmeke gelekî mezin bû li dijî xelkê Kurdistanê. Tu li tu derê cîhanê nehatiye dîtin ku dewletek welatiyên xwe bi çekên kîmyayî qir û jenosayd bike, lê li Iraqê ev tawana mezin li dijî gelê Kurdistanê hatiye kirin.

Tevî vê tawana hovane, hîn jî li Iraqê kesên şovenîst hene ku li dijî mafên gelê Kurdistanê ne. Tawana Helebçeyê û hemû tawanên berê berpirsiyariyeke dîrokî û yasayî li ser milê Iraqê ye û divê zerarên gelê Kurdistanê qerebû bike.

Di vê bîranînê de silav li giyanê pak ê şehîdên Helebçeyê û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînin.