Serok Barzanî pêşwaziyê li General Petraeus kir
Serok Barzanî pêşwaziyê li General David Petraeus, Serokê berê yê Ajansa Îstîxbaratê ya Amerîkayê kir

Roja Duşemê, 13ê Cotmeha 2025an li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li General David Petraeus, Serokê berê yê Ajansa Îstîxbaratê ya Amerîkayê (CIA) kir.
Di hevdîtinê de, birêz General David Petraeus kêfxweşiya xwe ji bo dûbare dîtina Serok Barzanî anî ziman û destnîşan kir ku cara dawî ku Serok Barzanî dîtiye, li eniyên şer li Sihêla bûye di sala 2016an de. Herwiha pesnê rola berçav a Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê da ku ji bo parastina aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê, û ji bo bidestxistina aramî, demokrasî û pêkvejiyanê, rûbirûyî wan grûp û rêxistinên terorîst bûn ku piştî sala 2003an li Iraqê derketin û bûn metirsiyek rastîn li ser tevahiya herêmê û cîhanê.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî bi xêr hatina birêz General David Petraeus kir û herwiha spasiya hêzên Hevpeymanan û Amerîkayê kir ku roleke berçav di pêvajoya azadkirina Iraqê ji dîktatoriyê de lîstine, û piştî wê jî piştgiriyên wan ji bo Hêza Pêşmerge û hêzên ewlekariyê yên Iraqê ji bo rûbirûbûna terorê û parastina aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê.
Di derbarê pêvajoya siyasî ya Iraqê de, Serok Barzanî tekez li ser cîbicîkirina xalên Destûra bingehîn ya Iraqê kir ku rêya çareseriya yekcarî ye ji bo rizgarbûna Iraqê ji wan aloziyên siyasî yên ku tê de ye, û hêvî xwest ku hemû aliyên siyasî bi hev re li dû çareserkirina pirsgirêkan bin û ji tolhildan û kîn û nefreta li hember hevdû dûr bikevin. Herwiha, Serok Barzanî pêşnûmaya yasaya Neft û Gazê ya sala 2007an wekî mînak anî ziman ku heger wê demê bihata pesendkirin û cîbicîkirin, niha ti pirsgirêkeke yasayî derbarê neft û gazê de nedima. Herwiha tekez li ser rêkeftina dawî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê de derbarê neft û gazê kir û ew wekî erênî bi nav kir û hêvî xwest ku ev rêkeftin bibe bingeh ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan.
Di heman hevdîtinê de, rewşa siyasî û guhertinên li herêmê bi giştî, rewşa Sûriyeyê û gavên pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê, hatin gotûbêjkirin.