Diyasporaya Kurdistanê Ji Bo Êrîşên Li Ser Başûrê Kurdistanê Derdikevin Kolanan
Diyasporaya Kurdistanê Ji Bo Êrîşên Li Ser Başûrê Kurdistanê Derdikevin Kolanan
Hewlêr – (4ê Nîsana 2026) – Konfederasyona Revenda Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de êrîşên nerewa û li pey hev ên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir. Konfederasyonê van êrîşan weke binpêkirineke eşkere ya ewlehî û aramiya herêmê bi nav kir û tekez kir ku armanca wan têkbirina aramî û seqamgîriya gelê Kurdistanê ye.
Di daxuyaniya xwe de, Konfederasyonê bang li hemû Kurdistaniyên diyasporayê yên li seranserê welatên cîhanê kir ku derkevin kolanan û bi awayeke medeniyane van êrîşan şermezar bikin. Hat gotin ku pêwîst e Kurdistaniyên li derveyî welat bibin yek deng di gihandina peyama nerazîbûna gelê Kurdistanê ji raya giştî ya cîhanê re, ji bo rawestandina vê zulmê.
Her wiha, Konfederasyona Revenda Kurdistanê daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku li hember van êrîşan bêdengiya xwe bişkîne û dengê xwe bilind bike. Konfederasyonê diyar kir ku erka hiqûqî û exlaqî ya welatan û rêxistinên cîhanî ye ku pêşî li dubarebûna van destdirêjiyan bigirin.
Di dawiya daxuyaniyê de, Konfederasyonê bang li civaka navneteweyî kir ku bi çalakî piştgiriyê bide Herêma Kurdistanê û parastina kiyana wê li hember her gef û êrîşekê bike.
Daxuyaniya Konfederasyona Revenda Kurdistanê wiha ye:
Daxuyaniyek ji Konfederasyona Revenda Kurdistanê
Gelî Kurdistaniyên têkoşer ê diyasporayê...
Xelkê Xweragirê Kurdistanê...
Em êrîşên nerewa û li pey hev ên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Ev destdirêjî binpêkirineke eşkere ne li dijî ewlehî û aramiya herêmê û armanca wan têkbirina aramiya gelê Kurdistanê ye.
Ji ber vê yekê, em bang li hemû Kurdistaniyên diyasporayê yên li seranserê welatên cîhanê dikin ku derkevin kolanan û bi awayeke medeniyane van êrîşan şermezar bikin. Pêwîst e em hemû bibin yek deng di gihandina peyama nerazîbûna gelê me ji raya giştî ya cîhanê re, ji bo rawestandina vê zulmê.
Di heman demê de, em daxwaz ji civaka navneteweyî dikin ku li hember van êrîşan bêdengiya xwe bişkîne û dengê xwe bilind bike. Erka hiqûqî û exlaqî ya welatan û rêxistinên cîhanî ye ku pêşî li dubarebûna van destdirêjiyan bigirin. Em daxwaz dikin ku civaka navneteweyî bi çalakî piştgiriyê bide Herêma Kurdistanê û parastina kiyana Herêma Kurdistanê bike li hember her gef û êrîşekê de.
Konfederasyona Revenda Kurdistanê
4ê Nîsana 2026