Civîna Rojnamevaniyê ya Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê
Civîna Rojnamevaniyê ya Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê
Serok Barzanî piştî civîna xwe ya bi Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê re di konferanseke çapemeniyê de ragihand: Civîna me gelek baş bû, me behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê kir.
Ji bo me ji her tiştî girîngtir, rûmet û hebûna Kurdan e, her tiştê ku ji bo parastina gelê Kurd pêwîst be, emê bikin.
Îtalyayê soz daye ku ji bo derbaskirina vê rewşê, bi temamî alîkar û piştgirê me be.
Hemû hewldanên me digel serokên herêmê ew e ku şer zêde nebe.
Rêbertiya Sûriyê soz daye me ku rûmeta Kurdan bê parastin.
Emê hemû hewl bidin da ku Kurdên Rojava ewle bin.
Ji aliyekî din ve: Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê ragihand: Emê hemû hewldanan bikin da ku aştî li herêmê pêk were.
Serok Barzanî di şerê li dijî DAIŞê de sembolek e.
Em li Îtalyayê ji ber tiştên li Sûriyê diqewimin, gelek xemgîn in.
Emê hemû hewldanên xwe bidin kar da ku tiştên li Sûriyê diqewimin rawestin.
Tiştê ku li dijî gelê Kurd li Sûriyê tê kirin, nayê qebûlkirin.
Dostaniya me digel Herêma Kurdistanê dîrokî û kûr e.
Em ji rewşa li Rojavayê Kurdistanê pir dilgiran in, emê hemû astengiyan deynin pêşiya wê yekê ku heman tişt li ser Başûrê Kurdistanê jî çêbibe.
Em ji ber serbestberdana girtiyên DAIŞê gelek dilgiran in, emê li ser wê yekê bixebitin da ku metirsî çênebe.
https://www.facebook.com/kurdistantvcenter/videos/2443966742716709