Peyama Serok Barzanî ji bo Bîranîna Qirkirina Kurdên Feylî
Peyama Serok Barzanî ji bo Bîranîna Qirkirina Kurdên Feylî
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
4ê Nîsanê rojeke xemgîn e di salnameya gelê Kurdistanê de. Ew bîranîna qirkirina xûşk û birayên Feylî ye ku ji ber Kurdbûna xwe rûbirûyê bişaftin û zordarî, komkujî û neheqiyê bûn. Kurdên Feylî di bin desthilatdariya xerab a rejîma berê ya Iraqê de gelek êş û azar û derbederiyê dîtin û ti mafek ji wan re rewa nehatibû dîtîn. Şehîdkirina bi hezaran ciwanan, standina nasnameyê û derxistina bi deh hezaran malbatên Kurdên Feylî beşek ji plan û siyaseta nemirovane ya rejîma berê ya Iraqê bû ku li dijî gelê Kurdistanê bi awayekî birêxistinkirî û bi berdewamî dihat kirin.
Di bîranîna çil û şeşemîn salvegera qirkirina Kurdên Feylî de, em hezaran silav ji canê paqij ê şehîdên Kurdên Feylî û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînin. Erkê ser milê dewleta Iraqê ye ku qerebûya êş û neheqiyên xûşk û birayên me yên Kurdên Feylî bike. Di vê bîranînê de, rola têkoşer û xebatkarên Kurdên Feylî di piştgirîkirina tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de qet nayê ji bîr kirin û Kurdên Feylî herdem beşekî ezîz ê gelê Kurdistanê ne.
Mesûd Barzanî
4ê Nîsana, 2026