Gelê Kurdistanê Û Cîhan Bi Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Re Ye
Piştî Krîza Tenduristiyê: Gelê Kurdistanê Û Cîhan Bi Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Re Ye, Hêvîyek Giştî Ji Bo Başbûna Wî Heye

Diyarbekir - Kurdistan: Piştî ku zanyarê navdar û mamosteyê ezîz Îsmaîl Beşîkçî li nexweşxaneyê hat razandin, piştgiriyeke berfireh ji her çar aliyên Kurdistanê û cîhanê ji bo wî hat dayîn. Raya giştî ya Kurd, bi sedan dost û hezkiriyên mamoste, hem bi awayekî fizîkî çûn serdana wî li nexweşxaneyê, hem jî bi rêya ragihandinê xemgîniya xwe anîn ziman û hêviyên xwe yên hevkarî û piştgiriyê gihandin rayedarên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî.
Pêla Piştgiriyê Ji Her Deverê
Di nav kesayetiyên ku piştgiriya xwe anîn ziman de:
Ji Herêma Kurdistanê: Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û rayedarên hikûmeta Kurdistanê.
Ji Partîyên Siyasî yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê: Serokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan, Serokê Giştî yê BDPê Keskin Bayindir, Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel, Serokê Giştî yê KKPê Sinan Çiftyürek, Sertaç Bucak ji PDK-Bakur, Berdevka HDKê Meral Danış Beştaş, Mebûsê CHPê Sezgîn Tanrıkulu, Mebûsên DEM Partiyê Cengiz Çandar û Serhat Eren, rayedar û endamên HAKPAR û PWKê.
Ji Sazîyên Herêmî: Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, gelek hevşaredarên navçeyên Amedê, û herwiha Odeya Tabîban a Amedê û sazî û dezgehên sivîl yên Amedê.
Ji Civaka Rewşenbîrî: Rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Kurd.
Ji Aliyê Tenduristiyê: Ekîba tenduristiyê ya ku tedawiya mamoste dike û gelek hekîmên din ên ku bi xwe hatin bi mamoste re eleqedar bûn. Herwiha gelên ji deverên dûr daxwaz kirin ku amade ne ji bo mamoste bibin alîkar.
Bi sedan endam û nûnerên partî, saziyên sivîl ên civakî û hezkiriyên mamoste Îsmaîl Beşîkçî, ku ne mimkun e navên wan hemûyan werin rêzkirin, hatin ber nexweşxaneyê û hêviyên xwe yên ji bo başbûna mamoste anîn ziman. Ne tenê li Tirkiyê, lê di serî de li Ewropayê û li her çar aliyên dinyayê, hezkiriyên mamoste rewşa wî dipirsin û hest û hezkirina xwe li ser medyaya civakî parve dikin.
Spasname Ji Weqfa Îsmaîl Beşîkçî
Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, bi rêya serok û rêveberiya xwe, spasîyên xwe pêşkêşî hemû kes û sazîyên ku di van rojên dijwar de piştgirî nîşan dane, kir. Di spasnameya ku ji aliyê Serokê Weqfê Îbrahîm Gurbuz û Lijneya Rêveberiyê ve hatiye îmzekirin, hat gotin, "Em di vê baweriyê de ne bi saya dua û hêviyên me gişan ên ji dil, mamosteyê me wê dîsa bigihîje tenduristiya xwe ya berê û wê careke din bi me re be."
Nûnerê Weqfê yê Amedê Nezîrê Cîbo û xebatkarên Weqfê jî di van rojan de bi fedakarî xebatên xwe berdewam kirin û bi hemû derfetên xwe ve alîkariya mamoste Beşîkçî kirin.