Kurdistan Wê Her Dem Parêzvanê Maf Û Azadiyên Hemû Pêkhateyan Be

Civîna Serok Barzanî bi Patriark û Metranên Dêra Rojhilatî ya Asûrî re, bi yekdengî pesnê çanda jiyana hevbeş, hevdû qebûlkirin, aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê dan

Sep 29, 2025 - 16:52
Sep 29, 2025 - 16:56
Kurdistan Wê Her Dem Parêzvanê Maf Û Azadiyên Hemû Pêkhateyan Be
Kurdistan Wê Her Dem Parêzvanê Maf Û Azadiyên Hemû Pêkhateyan Be

Hewlêr - Kurdistan: Rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, îro piştî nîvro, 29ê Îlona 2025an, pêşwaziya Patriarkê Pîroz Mar Awa, Patriarkê Dêra Rojhilatî ya Asûrî, û hejmarek ji metranên payebilind ên Dêra Rojhilatî ya Asûrî ji Kurdistan, Iraq û çar aliyên cîhanê kir.

Di civînê de, rewşa Dêra Rojhilatî ya Asûrî û şopînerên wê li Herêma Kurdistanê, li seranserê Iraqê û li diyasporayê bi berfirehî hat gotûbêjkirin. Beşdaran herwiha ronahî dan ser rewşa giştî ya pêkhateyên olî, girîngiya azadiyan û bi taybetî azadiya olî li Herêma Kurdistan û Iraqê.

Patriarkê Pîroz Mar Awa, di axaftina xwe de, bal kişand ser serkeftina Konferansa Bîranîna 1700 Salî ya Civata Nîqiyayê, ku sê rojên borî bi serkeftî li Hewlêrê hatibû lidarxistin. Metranên beşdar jî bi kurtî di derbarê karûbarên dêrên xwe yên li welatên cîhanê pêşkêş kirin û bi yekdengî pesnê çanda jiyana hevbeş, hevdû qebûlkirin, aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê dan.

Li aliyê xwe, Serok Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ji lidarxistina çalakiyên Dêra Rojhilatî ya Asûrî li Hewlêrê anî ziman. Wî herwiha spasiya Patriark û metranan kir ku salane, di çarçoveya kar û bernameyên xwe de, jimareyek ji ciwanên Asûrî yên derveyî welat ji bo serdan û naskirina welat û çanda xwe tînin Kurdistanê.

Rêzdar Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê şanaziyê bi çanda xwe ya jiyana hevbeş, hevdû qebûlkirin û lêborîna di navbera hemû pêkhateyan de dike. Wî tekez kir ku Herêma Kurdistan wê her dem parêzvanê maf û azadiyên hemû pêkhateyan be.

şkêşkirina çendîn nêrîn û têbîniyên cihê li ser jiyan û rewşa pêkhateyên li Herêma Kurdistan û Iraqê, babeteke din a girîng a civînê bû û beşdaran li ser van mijaran danûstandinên berfireh kirin.