Geştiyaran derfetên kar ji bo ciwanên Akrê peyda kirine
Daxwazeke mezin li ser berhemên xwemalî heye, wekî simaq, hingiv û şepirmanê. Kêfa wan bi tiştên Kurdewarî tê û piraniya geştiyaran berhemên xwemalî dikirin.

Serdana geştiyaran ji bo cihên geştyarî yên Akrê ne tenê binesaziya aborî ya giştî bihêz dike, belkî derfetên kar jî ji bo hejmarek kesan çêkirine.
Dayika Mihemed, xanimeke malê ye û xwarinên Kurdî difiroşe geştiyaran, got: "Rojane ez ji pênc heta deh qazanên Epraxan çêdikim. Geştiyarên ji Bexda, Basra, Mûsil, Hewlêr û Silêmaniyê daxwazeke mezin li ser Epraxên me hene. Hinek bi taybetî ji bo Epraxan ji Hewlêrê tên cem me. Ez nagihîjim biçim ti cihan, geşt û seyranên min nînin, ji ber ku daxwazeke mezin ji aliyê xelkê ve li ser Epraxan heye."
Huner Sabir, firoşyarek e, got: "Heşt dikanên me hene, dahata şeş malbatan li ser geştiyaran e û daxwazeke mezin li ser berhemên xwemalî heye, wekî simaq, hingiv û şepirmanê. Kêfa wan bi tiştên Kurdewarî tê û piraniya geştiyaran berhemên xwemalî dikirin."
Leyla Xelîl, geştiyarek e, got: "Em ji Kerkûkê hatine û keşûhewayekî xweş û tiştên baş û paqij in. Bi taybetî Eprax pir xweş û bi tam in. Taybetmendiya geştên Akrê ew e ku mirov dikare her cure berhemekî Kurdewarî bi hêsanî û bihayekî guncaw bi dest bixe."
Remezan Zekeriya