Kembera Kesk a Hewlêrê Çawa Tê Cîbicîkirin?
Demeke dirêj e bajarên mezin ji London heta Seoul ketine hembêza kembera kesk.

Pisporê Plansaziyê Pêşniyar Dike Ku Bibe Projeyeke Mezin a Çandiniyê
"Kembera Kesk a Hewlêrê dikare wekî projeyeke binesaziyê ya dewletê, li ser asta pêşxistina jîngehê, bi rêya pêşxistina pîşesaziya çandiniya herêmî ji bo xurtkirina binesaziya aborî were bikar anîn."
Pisporê vî warî di derbarê nûçeya avakirina kembera kesk li dora Hewlêrê de çend pêşniyaran dike.
Serokatiya Şaredariya Hewlêrê nûçeya avakirina kembera kesk li dora bajarê Hewlêrê belav kir û ragihand ku plana paşerojê ya hikûmetê dê avakirina wê kemberê be. Pispor jî vê yekê wekî gaveke girîng dibînin ji bo kêmkirina bandorên av û hewayê, daxistina pileya germahiya Hewlêrê û paqijkirina hewaya wê.
Dr Karwan Mihemed Emîn Teha, xelkê bajarê Hewlêrê ye û endezyarê mîmarî di plansazkirina bajar û herêman de li Zanîngeha Sheffield ya Brîtanyayê xwendiye, bawer dike ku "bi derbasbûna demê re, hejmara niştecihan zêde dibe û bajarekî mezin wekî Hewlêrê jî fireh dibe, taxên nû derdikevin û avahî bilind dibin, cîh ji bo qada kesk kêm dibe û gelek caran zeviyên çandiniyê jî dibin bajar û projeyên niştecihbûnê yên nû."
Welatên cîhanê ji ber bandorên bilez ên guherîna av û hewayê gavên bilez diavêjin ji bo kêmkirina bandora wê, di derbarê wê kemberê de dibêje "ji ber ku cîbicîkirin û pêşxistina wê qada mezin a kesk, pêwîstî bi dem, sermaye û çavkaniyeke mirovî ya mezin û domdar heye, di welatên pêşketî de ew veguheriye derfeteke aborî, hikûmet ji bo cîbicîkirina projeyeke bi vî rengî peyman û hevkariyê bi sektora taybet re dikin ku jê re dibêjin (PPPs, Public-private partnerships)."
Karwan Mihemed Emîn ku sê sal in di du kompanîyên mezin ên Brîtanyayê de di warê (Net zero carbon) de wekî şêwirmend kar kiriye, tekez kir ku "fikra kembera kesk ne tenê ji bo xeml û parastina jîngehê ya asayî ye, lê ew bûye pêwîstiyek ji bo hemû bajarên mezin, ji bo rawestandina firehbûna bêserûber a bajaran û ji bo vekirina dergeheke nefesdanê ji bo qerebalixiya bajaran re. Demeke dirêj e bajarên mezin ji London heta Seoul ketine hembêza kembera kesk."
Doktor Karwan bi kêfxweşiyeke mezin bi boneya ragihandina projeya kembera kesk re behsa ezmûna welatan di vî warî de kir û got "projeyên mezin û demdirêj ên mîna kembera kesk a Hewlêrê li gelek welatên Rojhilat û Rojava bi şêwaza (PPPs) têne cîbicîkirin. Wekî mînak, rêya bilez li Malezyayê ji aliyê hikûmet û sektora taybet ve bi şêwaza (PPPs) hatiye cîbicîkirin, li Brîtanyayê gelek nexweşxane bi vî awayî hatine avakirin, li Tirkiyeyê dibistan bi vê rêbazê têne avakirin, her wiha firokxane û xetên trênê li welatên wekî Îmarat û Erebistana Siûdî bi şêwaza (PPPs) hatine cîbicîkirin."
Di derbarê peymanên bi vî rengî ji bo birêvebirina wan projeyan de jî dibêje "peymanên cîbicîkirina van projeyên mezin gelek hûrgilî di nav xwe de digirin, lê bi awayê ku li cîhanê tê zanîn, em dikarin wê kurt bikin ku peymaneke demdirêj di navbera sektora taybet û hikûmetê de ji bo peydakirina xizmeta giştî tê çêkirin, tê de beşek an jî tevahiya lêçûnê dikeve ser milê sektora taybet, ew sektor berpirsiyariya cîbicîkirin û xebitandin û pêşxistin û rêvebirin û domandinê digire ser xwe, di beramber de hikûmet ji bo cîbicîkirina projeyê bi hevkariyê re hêsankariyê dike."
Doktor Karwan, ku ji dema avakirina Parka Samî Ebdulrehman ve li wir wekî endezyarê mîmarî kar dike, piştî qedandina xwendina master û doktorayê li Brîtanyayê, dîsa li wê parka mezin a Hewlêrê dest bi kar kiriye, behsa wê yekê dike ku bi cîbicîkirina projeya kembera kesk, Hewlêr dê cîhêkî din ji bo nefesdanê zêde bike, û pêşniyar dike ku çend veberhênerên neteweyî yên pispor, li gorî nexşeya pejirandî û bi taybetmendiyên ku hikûmet daxwaz dike, ji bo cîbicîkirina beşên cuda yên projeyê kar bikin, ku li gorî peymaneke demdirêj herdu alî jê sûdmend bin.
Wî pêwîst dît ku darên berdar, ew darên ku herî zêde sûdê didin jîngehê, di wê kemberê de bêne çandin, da ku veberhêner sûdê jê wergirin, ku di encamê de dê bibe sedema zêdekirina berhema herêmî û hinartina wê ji bo bazarên cîhanî, ligel dabînkirina pêwîstiyên navxweyî li gorî cûreyên darên ku di wê projeyê de têne çandin.
Pispor herwiha dibêje "yek ji stratejiyên hikûmetê zêdekirina asta berhemên çandiniyê ye, da ku bibe çavkaniyeke din a dahatê ji bo Kurdistanê, ew kembera kesk jî dikare di wê çarçoveyê de were xebitandin, li gorî av û hewayê û pêwîstiya bazarê ew cûreyên daran lê bên çandin, ku bazara Kurdistanê pêwîstiya wan pê heye."
Wî herwiha behsa wê yekê kir ku ew proje dikare li hin xalên sînorkirî û diyarkirî deverên geştyarî lê bêne avakirin û bibe sedemek ji bo dîtina derfetên kar, lê bi awayekî ku bandorek neyînî li ser parastin û pêşketina kemberê û bandorên wê yên jîngehê nebe.
Ew endezyar, ji ber ezmûn û şopandina projeyên bi vî rengî li welatên cîhanê dibêje "girîng e ji bo cîbicîkirina çend beşên wê projeyê, sûd ji mekanîzmaya PPPs were wergirtin, da ku sektora taybet û cotkarên pispor ên herêmê beşdarî pêşxistin û domandina wan deverên kesk ên berfireh ên bajêr bibin."
Gilkend