Sînemxan Celadet Bedirxan helbestek ji bo Serok Barzanî nivîsiye
Sînemxan Celadet Bedirxan wiha nivîsiye:

Sînemxan Celadet Bedirxan ku keça rewşenbîrên Kurd, Celadet Ali Bedirxan û Rewşen Bedirxan e, bi helkefta 79. Salvegera Damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê û roja ji dayikbûna Serok Mesûd Barzanî de, li ser rûpela xwe ya fermî ya tora civakiya Facebookê helbestek parve kiriye.
Sînemxan Celadet Bedirxan wiha nivîsiye:
Salek din ji temenê te derbas dibe,
Û tu hê jî di bin barê gelê xwe de...
Ey Rêber....
Hemû çavên gel li ser te ye
Û bîr û baweriya wan bi te ye
ku tu wan bigihînî armanc û felatê...
Bi te û li gel te bi aramî û ewlehiyê de
Tu dê her bimînî rêber û sembolê de...
Çiya bi hilkişînên te yên zehmet serbilind dibe
Deşt jî ji bo xwe çemandiyan sernizm dibe