Li Kurdistanê 4 salan de 564 Projeyên Veberhênanê Hatine Cîbicîkirin

Di Kabîneya Nehemîn de 564 Projeyên Veberhênanê Hatine Cîbicîkirin

Aug 18, 2025 - 13:47
Li Kurdistanê 4 salan de 564 Projeyên Veberhênanê Hatine Cîbicîkirin

Di dema Kabîneya Nehemîn de, 564 projeyên veberhênanê li seranserê Herêma Kurdistanê, bi nirxekî zêdetirî 24 milyar dolarî hatine cîbicîkirin û hemû qadên cûda li ber xwe girtine.

Kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, qonaxeke girîng di pêşketina veberhênana navxweyî de di hemû sektoran de derbas kiriye û bi nirxê 24 milyar û 53 milyon dolar di vî sektorê de hatiye xerckirin û ev pêvajo hê jî berdewam e.

Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye ku projeyan hemû warên cûda girtine ber xwe û piraniya pereyên xerckirî di veberhênana pîşesazî, geştiyarî, çandinî û bazirganiyê de bûne.

Hejmar wiha dibêjin:
Di warê pîşesaziyê de: 142 proje bi nirxê 3 milyar û 649 milyon dînaran hatine cîbicîkirin.
Di sektora bazirganiyê de: 142 proje bi qasî milyar û 194 milyon dolaran hatine cîbicîkirin.
Di warê geştiyariyê de: 78 proje bi qasî 7 milyar û 559 milyon dolaran hatine cîbicîkirin.
Di sektora niştecihbûnê de jî: 60 proje bi qasî 4 milyar û 868 milyon dolaran hatine cîbicîkirin.

Zanyariyên zêdetir:
Projeyên sektorên din ên veberhênanê wiha hatine cîbicîkirin:
Perwerdehî: 49 proje bi nirxê 417 milyon dolar.
Tenduristî: 34 proje, bi nirxê 366 milyon dolar.
Çandinî: 21 proje, bi nirxê 561 milyon dolar.
Werzîş: 14 proje bi qasî 84 milyon dolar.
Hevbeş û Biyanî: 11 proje, bi qasî 5 milyar û 154 milyon dolar.
Xizmetguzarî: 8 proje bi qasî 100 milyon dolar.
Hunerî: 3 proje bi qasî 76 milyon dolar.
Bank: 2 proje bi qasî 19 milyon dolar.