Li Warşovayê Muzîka Kurdî Tevlî Rûhê Poloniyan Bû

Dema ku min didît di holê de tenê Kurdek hebû û yên din hemû biyanî bûn û bi me re stranên Kurdî digotin û awazên me diçûn kûrahiya rûhê wan, ez kêfxweş dibûm û ez bi xwe ji Kurdbûna xwe serbilind dibûm.

Sep 22, 2025 - 13:07
Li Warşovayê Muzîka Kurdî Tevlî Rûhê Poloniyan Bû
Koma Hewraman Bend

Warşova - Polonya: Îsal bi beşdariya pênc komên muzîkê ji welatên Afrîka, Ermenistan, Sûriye û Kurdistanê, 21. Festîvala Navçandî ya Warşovayê (The Cross - Culture Warsaw Festival), li Warşovaya paytexta welatê Polonyayê, ji 13 heta 15ê Îlonê hate lidarxistin.

Ji Kurdistanê Koma Hewraman Bend, ku ji çar muzîkjen û hunermend Kak Adil Nadirî pêk hatibûn, ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê û ji bo duyemîn salê beşdarî festîvalê bûn. Biryar e ku ew ji Polonyayê biçin Koln a Almanyayê, Amsterdam a Hollandayê û Xîndî ya Belçîkayê û li wir rêze konseran jî bidin.

Koma Kurdî ya Hewraman di vê festîvalê de konserek demjimêrekê pêşkêş kir. Di vê konsertê de, wan lavik, elawêsî û stranên Hewramî, Kurmancî û Soranî gotin, ku bû sedema eleqeyeke mezin ji aliyê xelkê ve ku mehek berê biletên konsertê hatibûn kirîn.

Di heman festîvalê de, Koma Hewraman Bend, ji bo bi dehan muzîkjen û pisporan atolyeyek (workshop) jî pêşkêş kir. Di vê atolyeyê de, ji bilî şîrovekirina awazên resen ên Kurdî, beşdaran li ser gotina stranên (Kevyar û Kevyar) û (Bêyno Bêyno) perwerdehiyê dîtin.

Kak Adil Nadirî diyar kir: "Dema ku min didît di holê de tenê Kurdek hebû û yên din hemû biyanî bûn û bi me re stranên Kurdî digotin û awazên me diçûn kûrahiya rûhê wan, ez kêfxweş dibûm û ez bi xwe ji Kurdbûna xwe serbilind dibûm. Me herwiha digot ku koma Kurdistanê di nav komên hatibûn vexwendî de ya herî baş bû. Ev beşdarbûn û geşbûna me, encama beşdarbûna sala borî bû ku îsal jî em ji bo Polonyayê hatin vexwendin."