Ji bo 7 Hevalên Xwe Derfetên Kar Peyda Kiriye

Ez gelekî spasiya malbata xwe dikim ku ev bawerî dane min û bûne piştgir ku ez vî cîhî vekim û daxwazê ji hemû keç û jinan dikim ku her keseke behreyek wê hebe bila were şiyanên xwe diyar bike.

Sep 22, 2025 - 13:24
Ji bo 7 Hevalên Xwe Derfetên Kar Peyda Kiriye
Emîra Xurşîd Selîm

Dihok - Kurdistan: Emîra Xurşîd Selîm, keçikek ji xelkê Dihokê, berî salekê ji xwe re cihekî taybet ê çêkirina xwarinan vekiriye û heta niha ji bo heft hevalên xwe derfeta kar peyda kiriye. Ew rojane li gorî daxwazan kar dikin û xwarinên wan ji bo Hewlêr, Pîrmam, Zaxoyê û gelek ciyên din hatine şandin.

Navborî ji rojnameya Evro re got: "Ji zarokatiyê de min hez ji çêkirina xwarinan dikir, û min alîkariya malbata xwe dikir. Lewma sala borî me dest pê kir û cihek bi navê (AD&Meals) vekir. Li vir em hemû cureyên xwarin û şîrîniyan çêdikin. Heft keç û jin li cem min kar dikin û ez kêfxweş im ku min karîbû derfeta kar ji bo wan jî vekim, ji ber ku niha her yek ji wan rojane beşek pere werdigrin û dibin malên xwe da ku alîkariya malbatên xwe bikin.

Herwiha Emîra Xurşîd dibêje: Ji bo zanînê, gelek daxwaz li ser xwarinên Kurdî hene û ez ji niha ve hewl didim ku cihekî mezintir vekim. Di wê demê de dê bêtir derfet hebe ku em hejmareke din a keç û jinan bidin ser kar. Ez gelekî spasiya malbata xwe dikim ku ev bawerî dane min û bûne piştgir ku ez vî cîhî vekim û daxwazê ji hemû keç û jinan dikim ku her keseke behreyek wê hebe bila were şiyanên xwe diyar bike."

Şakir Etrûşî