Kurdên Qazakîstanê tekez li ser fêrkirina ziman û parastina çand û folklora Kurdî dikin

Serdana Rêveberiya Komeleya Komarî ya Kurdên Qazaxistanê "BERBANG" bo gundê Grodîkovo, navçeya Jambyl, parêzgeha Jambyl

Aug 25, 2025 - 21:39
Kurdên Qazakîstanê  tekez li ser fêrkirina ziman û parastina çand û folklora Kurdî dikin
Serdana Rêveberiya Komeleya Komarî ya Kurdên Qazaxistanê "BERBANG" bo gundê Grodîkovo, navçeya Jambyl, parêzgeha Jambyl

Di 20ê Tebaxa 2025an de, şandeke Komeleya Kurdên Qazaxistanê "BERBANG" di çarçoveya pîrozbahiyên 30emîn salvegera Destûra Komara Qazaxistanê de, serdaneke karî ji bo gundê Grodîkovo yê parêzgeha Jambyl a Qazaxistanê kir.

Di şandeyê de endamê Konseya Civata Gelê Qazaxistanê (ANK), Serokê Komeleya Komarî ya "Berbang" Alîyev Azîz Zîyayêvîç, endamê Konseya ANK, Serokê Konseya Rêveberiya Komeleyê Mîrzoyêv Rafîk Yakûbovîç, Cîgirê Serokê Komeleyê Mamedov Îbrahîm Fîlîtovîç, Seroka Konseya Dayikan û Jinan a Komarî ya Komeleyê Babayeva Camîlya Suleymanovna, Serokê Şaxa Parêzgeha Jambyl a Komeleyê Alîyev Sartîf Îsmanalîyêvîç, Cîgira Seroka Komîteya Jinan a Komeleyê Bekîr-Oglî Êtêrî Alîyêvna, çalakvanên Komeleyê Mugayêv Romî Badirxanovîç, Gulîstan Îbrahîmova, Asabay Zilîxa Talgatqizi, Aubakîrov Arîf Aubakîrovîç û her weha wekî mêvan Cîgirê Serokê nûneratiya Rêxistina Civakî ya Komarî "Civata Ciwanan" ji bo bajarê Almatî Omar Mohammedsarwar û yên din bi awayekî çalak beşdar bûn.

 Moderatoriya civînê ji aliyê Cîgirê Serokê Komeleya Komarî ya "BARBANG" Şamîlov Murad Furîddînovîç ve hat kirin.

Rêveberiya Komeleyê bi aktîvîstên navenda çanda Kurdî ya gundê Grodîkovo yê parêzgeha Jambyl re civînek li dar xist.

Di organîzekirin û lidarxistina çalakiyê de Serokê Konseya Rûspiyan a şaxa Komeleyê ya parêzgeha Jambyl Asanov Sabrî Asanovîç, Seroka Konseya Dayikan a şaxa Komeleyê ya parêzgeha Jambyl Karaxmetoglî Ayşa Alîyêvna, Serokê Navenda Çanda Kurdî ya navçeya Jambyl Aydarov Kamal Abdukadirovîç, Serokê Navenda Çanda Kurdî ya gundê Grodîkovo Axmetov Axmu Walî-ulî, endamên desteya rêveberiyê û çalakvanên navendê, di nav de gelê herêmê, rûspî, ciwan, û her weha aktîvîstên mala çandê ya herêmî, nûnerên akîmata (şaredarî) herêmî û yên din, ked dan û beşdar bûn.

Endamên şandeya Komeleyê jî axivîn. Di civînê de mijarên girîng ên etnîkî yên li herêmê, pirsgirêk û çareserî hatin gotûbêjkirin.

Ji bilî mala çandê ya herêmî, şandeyê serdana navenda çanda Kurdî ya herêmî ya navçeya Jambyl kir, ku li wir di hevdîtinekê de bi aktîvîstên navendê re di civîneke teng de mijar û pirsgirêkên organîzasyonî hatin gotûbêjkirin, di nav de fêrbûna zimanê Qazaxî û Kurdî li herêmê, avakirina kursên fêrkirina zimanan, pêşxistin û parastina çand û folklora neteweyî ya Kurdî, kişandin û perwerdekirina nifşê ciwan, pirsgirêkên zewaca zû û zêdebûna telaqê di nav ciwanan de, piştgiriya ji bo beşên civakî yên hejar û gelekên din.

Serokê Komeleya "Barbang" Alîyev Azîz Zîyayêvîç destnîşan kir ku ji bo ku edetên baş di pêşerojê de neyên binpêkirin, pêwîst e zarok bi ruhê welatparêziya nû bên perwerdekirin:

Azîz Zîyayêvîç got: "Di 30emîn salvegera Civata Gelê Qazaxistanê de pir girîng e ku em tekez bikin ku îro ciwanên Kurd ên Qazaxistanê bi ruhê welatparêziya nû ya Qazaxistanê tên perwerdekirin. Divê ji zaroktiyê ve hezkirina ji welat, kevneşopî û zimanê dewletê di dilê zarokan de were çandin.

Wekî ku Serok Qasim-Jomart Toqayev di axaftinên xwe de tekez dike, divê zimanê Qazaxî bibe zimanê pêwendiya navneteweyî. Û Civata Gelê Qazaxistanê di vî warî de gelek tiştan dike. Divê her welatiyekî Qazaxistanê zimanê dewletê bizanibe û rêzê jê re bigire,".

Serokê şaxa parêzgehê, endamê ANK Alîyev Sartîf Îsmanalîyêvîç, rapora salane ya karê hatî kirin pêşkêş kir û behsa planên pêşketinê û çalakiyên navendê ji bo sala 2025an kir.

Rûspiyên gund jî axivîn. Wan diyar kirin ku li vir ji bilî başbûnê, aramî û ewlehî serwer e. Niştecihên gund çend pirsgirêk ji bo nirxandina rêveberiya Komeleyê û konseya rûspiyan a parêzgehê anîn ziman. Beşdarên civînê bi silav û daxwazên xwe derketin pêş.

Di dawiya hevdîtinê de, Serokê Komeleyê Azîz Zîyayêvîç careke din 30emîn salvegera ANK û Destûra Komara Qazaxistanê li her kesî pîroz kir û xweşî, aştî, yekîtî û serfirazî xwest.

Piştre, endamên şandeya Komeleyê beşdarî konsereke xêrxwaziyê bûn ji bo piştgiriya Zîna Xalîlova li bajarê Taraz, ku bi hêza aktîvîstên Komeleya Kurdî ya Parêzgeha Jambyl di bin serokatiya Suleymanov Sabrî Sartîfovîç de, bi beşdariya hunermendê navdar Azad Bedran û muzîkjenên din hat lidarxistin.

Çalakî di asteke bilind de hat lidarxistin.