Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Serok Ehmed El-Şer'e civiya
Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Serok Ehmed El-Şer'e civiya
Nîvroya îro duşemê 03.08.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li Şamê, li gel birêz Ehmed El-Şer'e, Serokê Komara Erebî ya Sûriyê, civiya.
Di civînê de ku birêz Es'ed Hesen El-Şeybanî, Wezîrê Derve yê Sûriyê amade bû, têkiliyên Sûriyê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û tekez li ser girîngiya berfirehkirina hevkariya hevbeş di warên cihê de, bi taybetî di warê aborî de, hate kirin.
Di beşeke din a civînê de, li ser dawîn pêşhatên rewşa navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin. Di vî warî de her du aliyan tekez li ser bihêzkirina ewlehî û seqamgîriyê, berfirehkirina hevkariya herêmî û çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan kirin.
Di mijareke din a civînê de tekez li ser wê yekê kirin ku li Sûriyeya nû de mafê hemû pêkhateyan parastî be, herwiha Serok El-Şer'e spasiya Herêma Kurdistanê kir ji bo pêşwazîkirin û hewandina penaberên Sûriyê di dema şer de û ragihand ku Sûriye bi girîngî li rola Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre.
Li aliyê xwe ve rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê pesnê rola birêz Serokê Sûriyê ji bo wan pêşketinên ku di warên cihê de li Sûriyê hatine bidestxistin, herwiha ji bo amadebûn û rola Sûriyê li ser asta herêmî û navdewletî bilind nirxand.
Di civînê de, çend mijarên din ên cihê girîngî û berjewendiya hevbeş, hatin gotûbêjkirin.