Peyama Serok Barzanî di salvegera jenosîda Êzdiyan li Şingalê
Peyama Serok Barzanî di salvegera jenosîda Êzdiyan li Şingalê
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Ew tawana ku terorîstên DAIŞê dozdeh sal berê li dijî xwişk û birayên me yên Êzdî encam dan, êşeke ku heta hetayê di bîra Kurdistaniyan de dimîne. Êzîdî ji ber Kurdbûn û resenî û baweriya xwe ya olî ketin ber pêla kîn û reftarên nemirovane yên terorîstên DAIŞê û hatin jenosîdkirin. Ew tawana ku li ser destê DAIŞê li devera Şingalê hate encamdan, berdewamiya wê zincîre karesat û komkujî û tawanên ku li dirêjahiya dîrokê li dijî gelê Kurdistanê hatine encamdan e.
Di dozdehemîn salvegera wê karesatê de, silav ji bo giyanê şehîd û qurbaniyên wê tawanê, silav ji bo dilêrî û çavnetirsiya wan pêşmergeyên qehreman ku li ser Çiyayê Şingalê man û nehiştin destê terorîstan bigihîje Çiyayê Şingalê, silav ji bo wefa û wêrekiya hemû wan pêşmergeyên qehreman ku ji bo şikandina aplûqeya Çiyayê Şingalê û azadkirina bajarê Şingalê xwîna xwe bexşîn û efsaneya DAIŞê têkşikandin. Her wiha bi dil spasiya xwe pêşkêşî hemû takên serbilind ên Kurdistanê dikin, ku wek yek laş hevxem û hevsozê xwişk û birayên Êzdî bûn, ligel rêz û spasiya me ya zêde bo hêzên Hevpeymanan ku roleke berçav dîtin di alîkariya Pêşmerge û paşvekişandina û têkşikandina terorîstan de.
Di bîranîna wê karesatê de ji bo xwişk û birayên Êzdî dubare dikim ku bi hemû hêza xwe piştgiriya xwest û daxwaziyên wan im. Daxwaz ji wan dikim di pênava misogerkirina paşerojeke geş de, di nav xwe de yekrêz bin û hêviya wan bi paşerojê hebe. Bêguman, ew rewşa sepandî û neasayî ya ku li Şingalê heye, heta dawiyê namîne û divê xwişk û birayên me yên Êzdî bi serbilindî vegerin ser warê bav û bapîrên xwe û qerebûya ziyan û êşên wan bê kirin.
Hezar silav li giyanê pak ê şehîdên Şingalê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê
Mesûd Barzanî
3yê Tebaxa 2026