Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Saziya Hewalgiriya Neteweyî ya Tirkiyeyê kir
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Saziya Hewalgiriya Neteweyî ya Tirkiyeyê kir
Roja çarşemê 1ê Tîrmeha 2026an li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Îbrahîm Kalin, Serokê Saziya Hewalgiriya Neteweyî ya Tirkiyeyê û şandeke pê re kir.
Di hevdîtinê de, her du aliyan derbarê geşedan û guhertinên dawî yên herêmê û astengiyên li pêşiya aramî û ewlehiya herêmê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her di wê hevdîtinê de, tekez li ser geşepêdana peywendiyan û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Tirkiyeyê di warên cuda de kirin.