Konsulên Tirkiyê xatirê xwe ji berpirsên Kurdistanê xwestin

Serokê Dîwanê û Serokê Nivîsîngeha Serok û şandeke Serokayetiyê beşdariyê li rêwresma xatir xwestinê ji cîgirên Konsulê Giştî yê Tirkiye yê kirin

Aug 14, 2025 - 21:23

Êvariya îro Pêncşemê, 14.08.2025, li Hewlêrê, birêzan Fewzî Herîrî, Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Dr. Nûrî Osman, Serokê Nivîsîngeha Serok û hejmareke şêwirmend û berpirsên Serokayetiyê, beşdariya rêwresmekê bûn ku ji aliyê Konsulxaneya Giştî ya Tirkiye yê li Herêma Kurdistanê ve ji bo xatir xwestinê ji birêzan Emîr Bayramoglu û Alî Berslan Aslan Kaya, Cîgirên Konsulê Giştî yê Tirkiye yê, hatibû saz kirin.