Şanda Îmaratî gihîşt Kurdistanê
Şandeke Îmîratê Gihîşt Hewlêrê û Bi Wezîrê Navxwe re Serdana Mûsilê Dikin

Şandeke ji welatê Îmaratê gihîştin Hewlêrê û bi amadebûna Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê serdana bajarê Mûsilê dikin.
Şanda Îmaratê bi rêberiya Rêber Ehmed, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê diçe bajarê Mûsilê. Armanca serdanê vekirina "Mizgefta Nûrî" ye, ew mizgeft a ku bi serperiştiya UNESCO karê nûjenkirina wê hate kirin û hikûmeta Îmaratê mesrefa nûjenkirinê girtibû ser xwe.
Kurdistan Hesen, peyamnêra dîplomasî ya Ava News ragihand: Şanda Îmaratê ji Nûre Keebî, Wezîra Dewletê ya Îmaratê ji bo karûbarên derve û Şêx Salim Xalid Qasimî, Wezîrê Rewşenbîriyê yê Îmaratê û çend berpirsên din pêk tê. Şand bi rêberiya Rêber Ehmed, Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê diçe Mûsilê.
Ew şand bi Mihemed Şîa Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê re beşdarî merasîma vekirina Mizgefta Mezin a Nûrî, Dêrên Saa û Tahîre li Mûsilê dikin.
Mizgefta Mezin a Nûrî yek ji mizgeftên herî diyar ên Mûsilê ye. Piştî kontrolkirina bajêr ji aliyê çekdarên rêxistina DAIŞê ve, Ebûbekir Bexdadî, xelîfeyê DAIŞê di sala 2014an de xelafeta rêxistina xwe di nava mizgeftê de ragihand. Piştre mizgeft û minareya Hedba hatin teqandin.