Karsaz û Veberhênerên Kuweytê têne Kurdistanê
Li Herêma Kurdistanê 38 kompanyayên Kuweytî hene û karê bazirganiyê dikin. Niha jî em bi wan re di danûstandinan de ne ku ew bên Herêma Kurdistanê û di warê veberhênanê de kar bikin. Armanca me ew e ku veberhênana biyanî li Herêma Kurdistanê zêdetir bibe.
Serokê Desteya Veberhênanê li Herêma Kurdistanê diyar kir ku Herêma Kurdistanê xwedî rewşeke guncayî û aram e ji bo karê veberhênanê û dibêje: "Em bi kompanyayên Kuweytî û veberhênerên wan re di têkiliyê de ne û biryar e ew bêne Herêma Kurdistanê ji bo veberhênanê û sûdê ji derfetên veberhênanê yên li herêma Kurdistanê wergirin."
Dr. Mihemed Şukrî, Serokê Desteya Veberhênanê li Herêma Kurdistanê ji bo rojnameya Evro got: "Kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke zêde dide anîna veberhênerên biyanî ji bo ku ew li Herêma Kurdistanê karê veberhênanê bikin. Li ser pêşniyarên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, hêsankarîyên temam ji bo veberhênerên biyanî hatine kirin. Niha kompanyayên Kuweytî û veberhênerên wan dixwazin sûdê ji derfetên veberhênanê yên li Herêma Kurdistanê wergirin. Têkiliyên me bi Kuweytê re baş in û em dixwazin têkilî firehtir bibin û ew bên Herêma Kurdistanê di warê veberhênan, bazirganî û sermayeguzariyê de kar bikin."
Her wiha got: "Li Herêma Kurdistanê 38 kompanyayên Kuweytî hene û karê bazirganiyê dikin. Niha jî em bi wan re di danûstandinan de ne ku ew bên Herêma Kurdistanê û di warê veberhênanê de kar bikin. Armanca me ew e ku veberhênana biyanî li Herêma Kurdistanê zêdetir bibe."
Dihok, Dilovan Akreyî: