Kemal Tolan Êzdî ji ola xwe şermê nakin!

Hêjayan bi dîtina min, me Êzdiyan qet ji nirxên ola xwe şerm nekiriye. Gava pêşî û me ji mîna va Êzdiyên ji bo berjewendî û ji tirsa dagirkerên Kurdistanê ola xwe guhastine, şîrîk ji Xwedê ra çêkirina, baweriya xwe veşartina û ji nasnama xwe ya havînê mirovatiyê ye înkarkirina, hingê şerm bû.

Sep 1, 2025 - 13:04
Kemal Tolan Êzdî ji ola xwe şermê nakin!

Hêjayan bi dîtina min, me Êzdiyan qet ji nirxên ola xwe şerm nekiriye. Gava pêşî û me ji mîna va Êzdiyên ji bo berjewendî û ji tirsa dagirkerên Kurdistanê ola xwe guhastine, şîrîk ji Xwedê ra çêkirina, baweriya xwe veşartina û ji nasnama xwe ya havînê mirovatiyê ye înkarkirina, hingê şerm bû.

Sedemê vî, barê me ê derûnî, psîkolojîk û civakî“ tev jî nezanî û xwe ne nasîna van, Kurdên ku, ji bo berjewendî û ji tirsa dagirkerên Kurdistanê ola xwe guhastine, mîna desthilatdar û bawermendên olên dijminên Kurdistanê şîrîk ji Xwedê ra çêdikin, çande û xaka welatê xwe nas nakin, têne xapandin, nijada xwe înkar dikin û bi me Êzdiyan dikufirin e.

Ev mijara bikaranîn û parvekirina vê peyva neqenc ya ku, em Êzdî bilêvnakin* barê min yê olî, civakî, neteweperwerî, psîkolojîk û hwd, gelekî giran dike (ev nêrîna min e û ne berpirsiyarê ti kesekî Êzdî me !). Lewma jî min hergav û ji bo her kesî gotiye*, ez ji neteweperweriya Kurdê ku, ji şaşîtiyên di dîroka derbasbuyî de bûne sûd negire û ew hêjî xebera neqenc ya ku, em Êzdî bilêv nakin* bikarbike bi gumanim. Mixabin, vaye we jî di vê gotara xwe de ew Peyva* parvekiriye û bi dîtina min we jî girîngî nedaye van sedemên ku min di van çavkaniyan* de dane xuya kirin, birêz kirine……….. .

Vêca ev mijara gelekî dirêje, ez bi kesî nikarim, lê ez bi xwe dikarim û neçarim vê taybetmendiya baweriya civak û netewa xwe ku min gotiye* li ser vê parvekirina we jî bînime cîh.

Gava hûn wê peyva neqenc ji gotara xwe bavêjin, ez ê hevaltî û dilsoziya xwe bi we re berdewam bikim!

Hêvî dikim, hûn ji vê taybetmendiya baweriya civak, ol û netewa min ku, Kurdiye fêhm bikin !

Gelek rêz û silav !

Têbinî: Ev ji gotara min ji bo agahdariya we ye! Lê ku hûn bixwazin, hûn jî dikarin wê ji bo raya giştî biweşînin!

*Çavkanî:

https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid0dYdMNXLdwTnk12h68mVSc9RYeChecT7R717FDRC8yumT1V6H4PQMhLZ7VDspa8xAl

https://www.facebook.com/story.php?story_fbid=3346624045553253&id=100006170713219&rdid=BrM5JxY40UbU90yi#

Kemal Tolan , ez bi kesî nikarim, lê ezê ji bo taybetmendiyên baweriya civak û netewa xwe hergav bêjim

https://www.facebook.com/notes/647696245936542

https://philosophiakurdi.de/?p=2790

www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid022deWicU8c6ZXxYiZwAxsQfK6eit9mYZod8V81daiwXWYkrt7NT6X8rwh9WNyg94gl

Û hwd.